Rêveberiya Xweser: Em biryarên Soçî nas nakin
Koordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku ew biryarên civîna li bajarê Soçî yê Rûsyayê tê lidarxistin nas nakin.
Koordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku ew biryarên civîna li bajarê Soçî yê Rûsyayê tê lidarxistin nas nakin.
Koordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li ser kongreya Soçî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku vê civînê li şûna çareseriya siyasî rê li ber şer vekiriye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Di dema ku civîna Soçî tê lidarxistin de, dewletên garantor ji bo dagirkirina Sûriyeyê li hev dikin. Ev tê wateya ku ev welatên ku dibêjin em ê aloziya Sûriyeyê bi siyasî çareser bikin, aloziyê kûrtir dikin û rê li pêşiya şerekî nû li Sûriyeyê vedikin. Hemû sozên xwe yên çareseriyê li pişt xwe hiştine. Her tim Rûsya tekez dikir ku pêwîste Kurd beşeke ji danûstandinan be, lê niha em dibînin ku Rûsya heman stratîjiya şaş pêk tîne û rêveberiya siysasî ya Bakurê Sûriyeyê paşguh kiriye, ku pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê xistine di navbera du şertan; an biryara xwe betal bikin anî jî rê ji Tirkiyê re veke ku derbasî herêmên Efrînê bibe.
Em tekez dikin ku ew kesên ku ji Bakurê Sûriyeyê beşdarî Kongreya Soçî bûne, tenê bi navê xwe beşdar bûne û bandora wan a siyasî û civakî ji bo herêmên me tine ye ku biryarên kongre li herêmê pêk bînin.
Beşdarên kongreyê êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê û komkujiyên derheqê sivîl û koçberan bi bîr nexistin, ev yek nîşan dide ku ev civîn mîna yên berê ti encamî bi xwe re nayîne û hêviyên gelê Sûriyê pêk nayîne. Berevajî siyasetên dewletên derve di Sûriyê de pêk tîne. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku Soçî beriya ku bibe cihê çareseriyê bûye razimaniyeke siyasî.
Li ser vê yekê em careke din dubare dikin ku civînên bêyî nebeşdarbûna me wekî rêveberiyeke siyasî wê encamên wê jî me eleqedar nake. Em tekez dikin ku civînên xwe nespêrin xeteke dirûst û demokratîk wê bê encam bimînin. Nexwazin pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê li ser erdê hêzeke aktîv û rawa temsîl dike.
Em bang li hemû hêzên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tevdigerin dikin ku hewlesteke ciddî nîşan bidin. Her wiha em banga rawestana êrîşên dewleta Tirk dikin. Em tekez dikin ku rêbaza leşkerî aloziyê mezintir dike."