YPG'ê nasnameya 7 şehîdên Dêra Zorê û Şedadê eşkere kir

YPG'ê nasnameya 6 şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn û şervanekî xwe yê li Şedadê ji ber qezayekê şehîd ket, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 7 şervanên xwe yên 3-31'ê Çileya 2018'an şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejahiya Dêra Zorê û hat ragihandin, şervanên wan roj bi roj bi pêş ve diçin û qadê ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij dikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 6 hevrêyên wan di vê pêngavê de û şervanekî wan jî li Şedadê dema bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê berxwedêr re xwest û li ser nasnameya şehîdan ev agahî da:

 

 

Nasnav: Azad Hesekê

Nav û Paşnav: Basil El Merdud

Navê Dayikê: Refa

Navê Bav: Ewed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 19 Çile 2018

 

 

Nasnav: Cîger Hesekê

Nav û Paşnav: Rênas Ehmed

Navê Dayikê: Feryal

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 29 Çile 2018

 

 

Nasnav: Ciwan Hesekê

Nav û Paşnav: Xalid El Hemud

Navê Dayikê: Xelfe

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 18 Çile 2018

 

 

Nav û Paşnav: Ebdilrehman Mişuh

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Hemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 28 Çile 2018

 

 

Nav û Paşnav: Feysel Ebdilehrec

Navê Dayikê: Aliye

Navê Bav: Ebîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 31 Çile 2018

 

 

Nav û Paşnav: Mezher El Yusif

Navê Dayikê: Şemsa

Navê Bav: Salah

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 28 Çile 2018

 

 

Nav û Paşnav: Teysîr El Ewacî

Navê Dayikê: Hemde

Navê Bav: Hamid

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 3 Çile 2018