Berpirsê Têkîliyên Giştî yê Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) Rêdûr Xelîl pirsên ANHA’yê bersivand û diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşa li ser Efrînê de çekên ku di qada navneteweyî qedexe ne bi kar aniye. Xelîl diyar kir ku Tirkiyeyê çekên mîna napalm û bombeyên mîsketê bi kar aniye.
Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de got ʺPispor niha bûyera bikaranîna çekên qedexekirî lêkolîn û belge dikin û paşê em ê encamên wê bi raya giştî re par ve bikin.ʺ
Rêdûr Xelîl egera bikaranîna van çekan wiha rave kir ʺDewleta Tirk bi armanca tirsandin welatiyan û pêşeketina di eniyên leşkerî de, çekên qedexekirî bi kar anî. Lê şervanên me li hemberî êrîşan berxwedaneke bê hempa nîşan da û berxwedanî dewam dike.ʺ