13 rojan 104 sivîl hatin kuştin
Nexweşxaneya Efrînê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, 13 rojan 104 sivîl hatine kuştin û 156 sivîl jî birîndar bûne.
Nexweşxaneya Efrînê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, 13 rojan 104 sivîl hatine kuştin û 156 sivîl jî birîndar bûne.
Bi navê rêveberiya nexweşxaneyê Ciwan Mihemed daxuyanî da û anî ziman, li gel bomberdûmana bi balafirên şer tên kirin jî doktor û xebatkarên Nexweşxaneya Efrînê hewl didin alî gelê sivîl bikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji 20'ê Çileyê roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê û vir ve 104 sivîl şehîd bûne ku jin, zarok û extiyar jî di nav de hene û 156 sivîl jî birîndar bûne. Ciwan Mihemed diyar kir rewşa gelek ji birîndaran giran e û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku alîkariya gelê Efrînê bike.