Cenazeyên 18 şehîdên Efrînê hatin oxirkirin

Bi sedan welatiyên herêma Efrînê cenazeyên 18 şehîdên xwe oxir kirin.

Îro bi sedan welatiyên herêma Efrînê 18 cangoriyên azadiyê yên ku di berxwedana serdemê de şehîd bûn bi marasîmekê li pêşiya Nexweşaneya Avrînê oxir kirin.

Di merasîmê de nûnerên hemû sazî û Desteyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk û bi sedan welatiyên herêmê amade bûn.

Merasîma li vê derê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan dayîka Şehîd Nîdal Meryem Henan, Hevseroka Desteya Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa, bavê Şehîd Avrîn Receb Mustefa axivîn.

Qisekeran sersaxAî ji hemû malbatên şehîdan re xwestin û gotin, "13 roj in dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafiran êrîşî herêma Efrînê dikin. Lê belê gelê Efrînê bi hemû hêza xwe li hember dagirkeriya Erdogan li ber xwe dide."

Piştî merasîmê cenazeyên 18 şehîdên azadiyê li goristana Şehîd Avesta ya herêma Efrînê hatin oxirkirin.