SOHR: Dewleta Tirk li Efrînê 5 qetlîam pêk aniye
Çavdêrên Mafê Mirovan a Sûriye, ragihand ku ji 33 qetlîamên ku di nava mehekê de li Sûriye pêk hatîn, 5 ji wan li Efrînê pêk hatine.
Çavdêrên Mafê Mirovan a Sûriye, ragihand ku ji 33 qetlîamên ku di nava mehekê de li Sûriye pêk hatîn, 5 ji wan li Efrînê pêk hatine.
Çavdêrên Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR), têkildarî qetlîamên di maha dawî de li Sûriyeyê pêk hatîn daxuyaniyek da.
SOHR, ragihand di encama bomberdûmanên balafirên şer ên rejîma Sûriye, Rûsya û Tirkiye, êrîşên ji aliyê komên çekdar ve hatin kirin, dîsa êşkenceyên li girtîgehên rejîma Sûriyeyê ku di nava meha Çileyê de pêk hatîn 162 jê zarok, 113 jin bi giştî 607 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
SOHR destnîşan kir ku di meha Çileyê de 33 qetlîam li Sûriye pêk hatiye, bibîr xist ku artêşa Tirk li Efrînê 5 qetlîam pêk naiye, di qetlîaman de 9 jê jin, 18 zarok bi giştî 49 welatiyên sivîl hatine qetilkirin.