PYD: Bêdengî tê wateya hevkariya sûc
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destnîşan kir ku hemû hêzên li hemberî komkujiyên artêşa Tirk a dagirker bêdeng dimînin hevkarên komkujiyê ne û got: “Serkeftin para Berxwedana Serdemê ye.”
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destnîşan kir ku hemû hêzên li hemberî komkujiyên artêşa Tirk a dagirker bêdeng dimînin hevkarên komkujiyê ne û got: “Serkeftin para Berxwedana Serdemê ye.”
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe ya Qamişlo da.
Di daxuyanî ji aliyê Berdevkê PYD’ê Ciwan Mistefa ve hate xwedin de ev tişt hate gotin: “Ev nêzî 2 hefte ne Berxwedana Serdemê ya Efrînê berdewam dike. Ev berxwedana gel ku bi berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê û giştî şervanên QSD’ê re bûye yek; bi tena xwe li hemberî hovîtiyê li berxwe dide. Komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker li rex 25 hezar çete û terorîstên El-Qaîdê, Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl pêk tîne, di van êrîşên xwe de hemû teknolojiya leşkerî bikar tînin û çekên qedexekirî yên weke Napalm û bombeyên goşî bi kar tîne.”
Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandina ser van xisûsan:
‘ARMANCA ÊRÎŞAN XURTKIRINA DAIŞ’Ê YA LI HERÊMÊ YE’
“Dagirker di êrîşên xwe de her wiha mizgeft, dêr, navendên tenduristî, dibistan û binesaziyên herêmê dikin hedef. Heta niha bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne û piraniya wan jin û zarok in. Her wiha piraniya qurbaniyan jî ji deverên cuda yên Sûriyeyê koçberî Efrînê bibûn. Artêşa Tirk dixwaze welatiyên sivîl bitirsîne û hemû şêwazên ewlehiyê li Efrînê tune bike. Her wiha armanca wê ew e ku rêxistina DAIŞ’ê ku rûyê duyemîn a rêjîma Tirkiyeyê ye ji nû ve vejîne da ku bi destên wan guhertineke demografîk li herêm pêk bîne.
‘ARTÊŞA TIKR Û DAIŞ HEMAN HIŞMENDIYE, CIHÊN PÎROZ HILDIWEŞÎNIN’
Rêjîma Tirkiyeyê û DAIŞ’ê bi heman zihniyetê tevdigerin û heman rêbazan bikar tînin. Çeteyên DAIŞ’ê gelek deverên kevnar û dîrokî yên weke Palmîra hilweşandin û balefirên artêşa dagirker a Tirkiyeyê jî keleha Horî, keleha Samanê û perestgeha Endarê ya kevnar dike hedef û di encamê de ziyanên mezin bi van deverên kevnar bûn. DAIŞ û Tirkiye heman rêbazên Nîron û Hetler bi kar tînin.
‘BÊDENÎ TÊ WATEYA HEVKARIYA SÛC’
Em weke Meclîsa PYD’ê Berxwedana Serdemê ya Efrînê silav dikin û fedekariya şehîdan ku xwîna xwe fedayî axa welat kirine buha dinirxînin ên weke têkoşer Avesta Xabûr. Em bêdengiya civaka navnetewî li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û terorîstên wê bi tundî şemezar dikin. Eger civaka navnetewî bêdengiya xwe berdewam bike ev tê wateya ku ew jî di van komkujiyan de hevkar in. eger ev bêdengî pêk neyê ti carî dewleta Tirk nikare binpêkirina xwe ji pîvanên navnetewî bidomîne.
BANG
Em bang li hemû hêz û partiyên Kurdistanê û hêzên demokrasîxwaz ên Sûriyeyê û cîhanê dikin ku alîkariya doza Efrînê bikin ji ber ku doza Efrînê doza giştî pêkhateyên Sûriyeyê ye û bi taybet dozeke Kurdî ye û doza Efrînê dozeke niştimanî ya demokrasiya Sûriyeyê ye. Ji ber ku projeya çareseriya demokratîk girêdayî federaliya demokratîk e û ev yek herî zêde rêjîma faşist a Tirkiyeyê û giştî sîstemên desthilatdar ditirsîne. Êdî dema guhertinê hatiya demokratîk hatiye ku hemû pêkhate azadiya xwe bistînin. Em ji hemû aliyan dixwazin ku dengê berxwedana Efrînê bi hemû rêbazên aştiyane bilind bikin da ku layiqî fedekariya şehîdên Efrînê be. Serkeftin para berxwedana serdemê ya Efrînê ye.”