Di roja 13’an a Berxwedana Serdemê de çi rû da?
Me pêşveçûn û geşedanên Destana ‘Berxwedana Serdemê’ ya ku li dijî êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û çeteyên wê tên kirin a di roja 13’an de, komî ser hev kir.
Me pêşveçûn û geşedanên Destana ‘Berxwedana Serdemê’ ya ku li dijî êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û çeteyên wê tên kirin a di roja 13’an de, komî ser hev kir.
Destana ‘Berxwedana Serdemê’ ya li dijî êrîşên dagirker di roja 13’an de bi qehremaniyên nû tên nivîsin. Şervanên QSD’ê li gelek cihan bersivên tund didin rêxistinên terorî yên bi navê AKP, El Kaîde û DAÎŞ’ê.
Duh şervanên QSD’ê li navçeyên Bilbilê, Şiyê û Racoyê derbên giran li artêşa Tirk û çeteyên wê dan. Îro jî şervanên QSD’ê li gundê Zerge yê Bilbilê 20 leşker û çete kuşt.
BÛYERÊN DI ROJA 13’AN A BERXWEDANA SERDEMÊ DE PÊK HATINE
BILBILÊ
Şervanên QSD’ê li derdora gundê Zarê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî hêzên dagirker ên Tirkiyeyê çalakî li dar xistin.
Hat hînbûn ku di van êrîşan de 20 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin. Li gundê Qirnê jî şervanên QSD’ê wesayîteke leşkerî îmha kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAÎŞ – El Nûsrayê topan diavêje gundên Kotana û Qerekola yên Bilbilê.
Şervanên QSD’ê duh şev li Gundê Bûkê yê navçeya Bilbilê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek li dar xistibûn û li vê derê 15 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.
CINDIRÊSÊ
Artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser Cindirêsê îro jî domand.
Ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker li gundê Çeqela yê Cindirêsê gundiyê bi navê Mihemed Ehmed Silêman ê 20 salî birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro dîsa Camiya Selahattîn Eyyûbî bomberdûman kir.
MEYDANKÊ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro top avêtin gundê Omer Simo û Serînckê yê navçeya Meydankê.
ŞERAVA
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemberî berxwedana şervanên QSD’ê têk çûn û dîsa gund û bajar bomberdûman kir. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro dîsa navçeya Şeravayê bomberdûman kir.
ŞIYÊ
Şervanên QSD’ê li gundê Xelîlê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî li dar xistin û 3 leşker û çete hatin kuştin.
RACO
Li gundê Şingilê yê Racoyê şervanên QSD’ê duh şev li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de du wesayîtên ku doçka li ser wan bû hatin îmhakirin û leşker û çeteyên di wesayîtan de jî hatin kuştin.
QSD’Ê BÎLANÇOYA HEFTANE EŞKERE KIR
Di civîna çapemeniya ya li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî hate lidarxistin de, bi dehan dezgehên herîmî û cîhanî amade bûn. Berpirsê Giştî yê Têkîliyên QSD`ê Rêdûr Xelîl bîlançoya hefteyekê ya Berxwedana Serdemê ya li Efrînê eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku 473 leşker û çete hatine kuştin.
QSD’ê bal kişand ser vî tiştî ku artêşa Tirk a dagirker bombeyên Napalm û Mîsketê bi kar tîne û ev bombe di qada navneteweyî de bikaranîna wan qedexe ye. QSD’ê diyar kir ku balefirên şer 460 caran herêma Efrînê bomberdûman kirine û 25 wesayîtên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine îmhakirin.
QSD’ê destnîşan kir ku di van şeran de 34 şervan bi qehremanî li ber xwe dane û şehîd bûne. QSD’ê diyar kir ku 30 sîvîl jî ji ber êrîşên dewleta Tirk hatine qetilkirin.
KONGRA-GEL: TEVLÊBÛNA MEŞA DI 3’Ê SIBATÊ DE PEYWIREKE DÎROKÎ YE
KONGRA-GEL bang li gelan kir ku divê bi hemû hêza xwe tevlî meşa di 3’ê Sibatê de bibin û got, “Biryardarî û berxwedana me dikare bêdengiya navdewletî derbas bike û em dikarin êrîşên li ser Efrînê bidin sekinandin.”
NEXWEŞXANEYA EFRÎNÊ: DI 13 ROJAN DE 104 SÎVÎL HATIN KUŞTIN
Nexweşxaneya Efrînê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, di 13 rojan de 104 sivîl hatine kuştin û 156 sivîl jî birîndar bûne.
CENAZEYÊN 18 ŞEHÎDÊN EFRÎNÊ HATIN VEŞARTIN
Bi sedan welatiyên herêma Efrînê cenazeyên 18 şehîdên xwe oxir kirin.
ÇALAKIYA CIWANÊN WELATPARÊZ DI ROJA 3’AN DE YE
Meşa ciwanan a ji bo Efrînê bi coş dewam dike
Meşa ku ciwanan ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Efrinê ji Silêmanî dest pê kirin di roja 3. de ye.