Li Efrînê duh bi şev çi qewimî?

Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bombe li gelek herêmên Efrînê barand. Şervanên QSD'ê jî li çend cihan çalakî pêk anîn. Di encamê de gelek leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 13'an de ne. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh êvarê li Bilbilê, Raco û Şera çalakiyên xurt kirin û di encamê de gelek wesayitên leşkerî û çeteyan hatin rûxandin.

Şervanên QSD'ê nîvê şevê li gundê Şîltahtê yê Bilbilê li artêşa Tirk û çeteyên wê xistin. Piştî çalakiyê, hêzên dagiker bi tank û obusan êrîşî gund û derdora wê kirin.

LI DERDORA GIRÊ QESTELÊ ŞER QEWIMÎ

Li Şera jî, di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên QSD'ê de bi şev li dora girê Qestelê şerekî giran qewimî. Şervanên QSD'ê bi çekên giran li dora gir çalakiyek kirin û tê gotin ku gelek leşker û çete hatine kuştin.

Balafirên şer ên Tirk duh êvarê bi giranî êrîşî gundê Bircikê Silêman ê navçeya Şerawa kirin. Li vê derê şerekî giran qewimî.

ŞIYÊ

Li navçeya Şiyê, artêşa Tirk a dagirker bi obus û tankan 12 saetan bê navber li girê nêzî gundê Merwaniyê xist. Tê gotin êrîş û şerê li herêmê giran in. Wekî din balafirên şer ên hêzên dagirker jî êrîşî Merwaniye û derdora wê kirin.

CINDIRÊSÊ

Dagirkeran duh bi şev bi balafirên şer û topan bombe li gundên Cindirêsê barandin. Êrîş hê jî dewam dike.

ŞEHBA

Li Şehbayê, şervanên QSD'ê li çar nuqteyan çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirin. Encama çalakiyên li hemberî Qil Cibrin û Marê hê zelal nebûye.

Wekî din artêşa Tirk a dagirker bi obus û tankan êrîşî Til Rifat û Şêx Îsa kir.

MABETA

Li Mabetayê, jî êrîşeke giran a dagirkeran hebû. Li gundê Xelîl û derdora wê şervanên QSD'ê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyeke xurt kirin. Di encamê de herî kêm 3 leşker Û çete mirin.