Hejmara sivîlên li Efrînê hatin kuştin bû 127 kes
Hejmara sivîlên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Efrînê hatin kuştin bû 127 kes. 168 sivîl jî birîndar bûn.
Hejmara sivîlên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Efrînê hatin kuştin bû 127 kes. 168 sivîl jî birîndar bûn.
Êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete ku ji nava DAÎŞ û Nûsrayê li hev kom kiriye, ev 14 roj in bi rengekî bê navber dewam dikin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker heta niha 127 sivîl şehîd bûn.
Dr. Ciwan Mihemed bi navê rêveberiya nexweşxaneya Avrînê daxuyanî da û diyar kir, ji 20'ê Çileyê roja destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ve, 127 sivîl hatine kuştin ku jin û zarok jî di nav de ne. Dr. Mihemed got, 168 sivîl jî birîndar bûne.
Rêveberiya nexweşxaneya Avrînê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hejmara sivîlên şehîd 104 kes e û 156 sivîl birîndar bûne.