Li Qamişlo cenazeyê şehîd Şevger û Reyhan spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Seyîd (Şevger) û şervana YPJ’ê Gulan Gulo (Reyhan Xelef) bi merasîmekê ji aliyê sedan kesî ve spartin axê.

 Cenazayê şervanê YPG‘ê Ehmed Seyîd (Şevger) ê ku di 21‘ê Çileya 2018‘an de li Hesekê şehîd bû û şervana YPJ’ê Gulan Gulo (Reyhan Xelef) a 27’ê Çileyê li herêma Reco di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bibûn bi merasîmeke heybet spartin axê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Di merasîmê de ji Feramndarên YPG‘ê Mihemed Zeydan axivî û got: “Ji bo rizgarkirina Bakurê Sûriyê me şehîd dane û em amade ne ji bo Efrînê hîn jî bidin, bi ked û xwîna şehîdan wê dagirkeriya Tirkiyê û terorîstên wê têk biçin.”

Dîsa di axaftinên merasîmê de hatin kirin, diyar kirin ku dewleta Tirk êrîşî gel û xaka Efrînê dike.

Li ser navê malbata şehîd Şevger apê wî axivî û got: “Welatê ku em wê ne parêzin, wê demê em ne hêjane ku li ser bijîn.”

Di dewama merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di dawiya merasîmê de bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Bijî Serok Apo” û tilîliyên dayikan ve spartin axê.