Xiristiyanên li Efrînê bang kirin

Civata Xiristiyan ku bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re xwe li Efrînê girt û şeş sal in li gorî baweriya xwe bi rengekî azad dijî, bang li hemû Xiristiyanan û mirovên xwedî bawerî kir ku li ber dagirkeriyê rabin.

Yek ji beşên civakê ku herî zêde bi hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji ber DAÎŞ'ê û El Nûsra mane dizane, Kurdên Xiristiyan e ku bi destpêkirina şerê navxweyî re ji Helebê reviyan û xwe li Efrînê girtin. Kurdên Xiristiyan ên 6 sal in li Helebê dijîn, bi biryar in ku berdêla xwe çi dibe bila bibe, Efrînê bi tenê nehêlin. Diyar, rahîb û berpirsyarê Dêra Xiristiyanên Kurd a li Efrînê ye.

EM Ê HEMÛ LI EFRÎNÊ BIMÎNIN

Rahîp Diyar anî ziman ku weke 500 malbatên Kurd ên ji Xiristiyaniyê bawer dikin, ev 6 sal in li Efrînê dijîn û got, "Di destpêka şerê Helebê de me koçî Efrînê kir. Li Efrînê me ti zor û zehmetî nedît. Rêveberiya Efrînê di gelek mijaran de li gel me bû û alîkarî da me. Em diçûn gundan, ji ber ku mirovên Xiristiyan ên mîna me li gundan diman. Bi kêf û xweşî em bi hev re diman. Em ti carî li Efrînê tengav nebûn. Em bîr û baweriya xwe, îbadeta xwe ev 6 sal in li Dêra Şivanê Qenc bi cih tînin. Weke Xiristiyanên li Efrînê dijîn, em hewldana dagirkeriyê şermezar dikin û li ber radibin. Weke Xiristiyanên li Efrînê li dijî van êrîşan em bi xwişk û birayên xwe re ne."

EM DÊRA XWE VEKIRÎ DIHÊLIN

Diyar ragihand, ew dêra xwe vekirî dihêlin, îbadeta xwe bi cih tînin û ji balafirên Erdogan natirsin. Diyar got, "Deriyên me li her bawerî û gelan vekiriye. Weke mirovên xwedî bawerî em ti carî şer naxwazin. Îsa Mesîh ji me re dibêje, 'Şerê we bila ne li dijî mirovan be, bila dijî ruhê nebaş, li dijî karên nebaş be'."

BILA DIAYÊN WE JI BO EFRÎNÊ BIN

Diyar bi bîr xist ku artêşa Tirk li her devera Kantona Efrînê êrîşî sivîlan; extiyar, jin û zarokan dike û bang li mirovên xwedî bawerî yên li Tirkiye û her devera cîhanê kir: "Li cem Kantona Efrînê bisekinin. Bila diayên we, nimêja we, ayinên we, îbadetên we ji bo Efrînê bin."

WÊ DESTPÊKÊ XIRISTIYANAN TINE BIKIN

Diyar anî ziman ku ew dixwaze mesajekê bide wê dêra li Skenderûnê ala Tiran vekir û civatên din ên li Tirkiyeyê yên piştgiriyê didin dagirkeriya Tirk û got, "Gelo me çi kir ku Erdogan êrîşî me dike? Vî gelî çi kir ku ev lê tê kirin? Eger ev çete bikevin nava Efrînê wê destpêkê Xiristiyanan bikujin. Wê xwişk û birayên me bikujin. Bang li xwişk û birayên me yên Xiristiyan ên li Tirkiyeyê dikim; ew kesên ku hûn destekê didin wan wê ewilî êrîşî dêra me bikin, wê talan bikin. Ev jî daxwaza Xwedayê me yê pîroz nîne. Em ji we dixwazin ku bes şaşitiyê bikin û destekê nedin Erdogan. Lİ ber vî şerî rabin û li cem me cih bigirin."