QSD’ê bîlançoya Berxwedana Serdemê ya hefteyekê eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şerê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ya li Efrînê, bi civîneke çapemenî eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şerê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ya li Efrînê, bi civîneke çapemenî eşkere kir.
Di civîna çapemeniya ya li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî hate lidarxistin de, bi dehan dezgehên herîmî û cîhanî amade bûn. Berpirsê Giştî yê Têkîliyên QSD`ê Rêdûr Xelîl bîlançoya hefteyekê ya Berxwedana Serdemê ya li Efrînê eşekere kir.
Bîlançoya Berxwedana Serdemê ya hatî eşkerekirin wiha ye:
ʺÊrîşa artêşa dagirker a Tirkiyeyê û rêxistina El-Qaîdê ya terorîst bi hemû hovîtiya xwe li dijî gelê me li kantona Efrînê berdewam dike. Tevî ku artêşa dagirker û alîkarên wê hemû teknolojiya leşkerî di êrîşa xwe de pêk tînin û bi balefiran û tankan gund û taxên sivîlan dikin hedef. Lê heta niha ti pêşketineke ber biçav pêk neanîne.
Artêşa dagirker a Tirkiyeyê ku li hemberî berxwedana şervanan nikarin pêşve werin, rêbazên herî hovane li dijî welatiyên sivîl bikar tînin û welatiyên sivîl dikin hedef û di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn û piraniya wan jin û zarok in da ku welatiyan neçarî koçberiyê bike û guhertineke demografîk li herêmê pêk bîne. Hovîtiya dagirkeran ji wê bêtir deverên dîrokî û şûnwaran bi balefiran dirûxînin û ziyaneke mezin bi perestgeha herî kevnar di Rojhilata Navîn de kir.
Encamên çalakiyên leşkerî yên vê hefteyê û komkujiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û rêxistina El-Qaîdê li kantona Efrînê ji 26’ê Çile heta 1’ê Sibata 2018’an wiha ne:
*Dagirkeran ji hemû aliyên Efrînê ve êrîşî gundên sivîlan kirin û 1893 topên cuda avêtin.
*Balefirên dagirkeriya Tirkiyeyê 460 caran êrîş li dijî deverên sivîlan û eniyên şer ên kantona Efrînê pêk anîn.
*Helîkopterên Kobra 15 caran êrîşî deverên sivîl û eniyên şer kirin.
*Balefirên keşfê bê navber li ezmanê herêma Efrînê digerin.
Artêşa Tirk û rêxistina El-Qaîdê di êrîşa xwe de çekên qedexekirî jî yên weke Napalm û bombeyên goşî bi kar anîn. Her wiha dibistan û mizgeft jî bûn armanca dagirkeran û di encamê de gelek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.
*Hêzên me hemû êrîş bersivandin û ketin nava 250 pevçûnên raste rast.
*Heta niha hate zelalkirin ku 473 lerkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.
*Li ser xetên şer 32 cenazeyên leşkerî û terorîstan hene û dijmin nikare cenazeyên xwe werbigire.
*Balefireke keşfê ya ji cûreya Dron hate xistinn û tank û panzêr jî di nav de 25 wesayîtên leşkerî jî hene hatin rûxandin.
*Hêzên me tank û panzêr jî di nav de 11 panzêr teqandin.
*Hêzên me wesayîteke leşkerî ya ji cûreya Dûvpişk û panzêrek desteser kirin. her wiha rêjeyek cek û cebilxane jî desteser kirin.
*Hêzên me 72 caran bi hêzên dijmin re kete nava şer, lê bel têkildarî kuştî û birîndarê dijmin agahiyên zelal nehatin girtin.
*Di şer de 34 şervanên be bi berxwedaneke mezin gihiştin şehadetê.
*Di encama êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê de 30 welatiyên sivîl ku di nava wan de jin û zarok hene şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûne.
*Şervanekî me yê birîndar dîl kete destên dijmin. Her wiha artêşa dagirker a Tirkiyeyê û terorîstên El-Qaîdê 6 welatiyên sivîl ji gundên sînorî revandin.