Hêzên QSD'ê ji sê nuqteyên cuda lê dan
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Bilbilê, Şiyê û Raco ji sê nuqteyên cuda li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Çavkaniyên herêmî gotin gelek çete û leşker hatine kuştin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Bilbilê, Şiyê û Raco ji sê nuqteyên cuda li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Çavkaniyên herêmî gotin gelek çete û leşker hatine kuştin.
Şervanên QSD'ê, danê êvarê ji sê nuqteyan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî li dar xistin. Li gundê Bukê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, di çalakiya dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 15 leşkerên Tirk û çeteyên wan hatin kuştin.
Çalakiyeke din jî li gundê Xelîl ê navçeya Şiyê ya Efrînê pêk hat. Di vê çalakiya QSD'ê de 3 leşker an jî çeteyên noker ên artêşa Tirk hatin kuştin.
Wekî din, şervanên QSD'ê li gundê Şingilê yê navçeya Raco bi xurtî li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin. Li gorî agahiyên destpêkê, du wesayitên doçka li ser tevî leşkerên Tirk û çeteyên wê yên tê de hatin rûxandin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li Şerawa barandin. Li gundên li derdora Bilbilê jî şer diqewime.