ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şervanên li eniya Qereqozaxê: Em li her derê li ber xwe didin
Şervanên QSD'ê yên li ser pira Qereqozaxê li ber xwe didin gotin, "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê me qir bike. Em niha li Qereqozaxê ne, di tunelan de ne, li gundan e, li bajaran e. Em li her derê li ber xwe didin." -
Ji Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo diyaloga bi armanca avakirina Sûriyeya nû beyannameyek ji 10 xalan weşand û got, "Avêtina van gavan wê çarenûsa pêvajoyê diyar bike." -
Li Til Rifetê planeke din a qirêj a çeteyên dewleta Tirk
Jinên Til Rifetê têkildarî binpêkirinên li bajarê Til Rifetê diqewimin diyar kirin ku jiyana wan di metirsiyê de ye. -
Koçberên Efrîn-Şehba: Em ê bi rihê serketinê vegerin Efrînê
Koçberên Efrîn-Şehba, li dijî êrîşan biryardariya xwe ya berxwedanê nîşan dan û peyamek bi vî rengî dan, “Dijmin çidike bila bike em Kurdin, jiyana me bi Kurdîtiyê destpêkiriye û wê bi Kurdîtiyê bi serkeve. Em ê bi rihê serketinê vegerin Efrînê.” -
Santrala ceryanê ya Til Temirê hat bombebarankirin
Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê de stasyona ceyranê ya bajarê Til Temirê ji xizmetê derket. -
Şehîdên Minbic û Qereqozaxê li Reqayê hatin veşartin
Şehîdên Minbic û Qereqozaxê li Reqayê bi merasîmekê hatin veşartin. -
'Em yekîtiyê xurt bikin, piştgiriyê bidin QSD'ê'
Xelkê Girkê Legê bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yekîtiyê xurt bikin û piştgiriyê bidin QSD'ê. -
PYD: Dem hatiye ku Kurd bibin şirîkê avakirina Sûriyeyê
Hevseroka PYD'ê got, "Ji bo afirandina Sûriyeyeke nû em girîngiyê didin tevlîbûna Kurdan a li vê qonaxa derbasbûnê. Divê bi Kurdan re diyalogeke yekser bê danîn û plana hevpar bê nîqaşkirin." -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dora QSD'ê dibin yek
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Til Hemîs û Tirbespiyê bi meşên girseyî têkoşîna QSD'ê hate silavkirin. -
Li Kobanê 9 cangorî hatin veşartin
Li Şehîdgeha Şehîd Dîcle cenazeyên 9 cangoriyan bi merasîmekê hatin veşartin. -
Mazlûm Ebdî: Em encama ji Urdunê derket erênî dibînin
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ji bo encamnameya civîna li Urdunê ya bi rojeva Sûriyeyê got, "Em encamê erênî dibînin." -
Nûnerê NY’ê yê Sûriyeyê Pedersen hat Şamê
Nûnerê Taybet ê NY’ê yê Sûriyeyê Pedersen hefteyekê piştî hilweşîna rejîma Esad, hat Şamê. Têkildarî hûrgiliyên serdanê, agahî nehatin parvekirin. -
Rêveberiya Xweser bang kir: Guh nedin nûçeyên nerast
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku hewl tê dayin, li herêmê şerê mezhebî bê derxistin û hişyarî da gelê herêmê ku li hemberî nûçeyên derew û manîpulatîf hişyar be. -
Banga ji Kobanê: Werin em rûmeta mirovahiyê li Kobanê biparêzin
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê banga xwedî derketinê kir. -
Jinên Kobanê: Em ê tola zarokên xwe hilînin
Jinên Kobanê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin, “Em ê tola zarokên xwe hilînin û ala Kurdistanê li Rojhilata Navîn hildin.” -
Çeteyên dagirker ên ku li Sûriyeyê terorê dikin
Di nava 8 salên dawî de li Sûriyeyê gelek komên çete bi nav, nasname, îdeolojî û şêweyên cuda rabûn. Lê belê temamiya van çeteyan li gorî projeya hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst li hev hatin civandin. -
Henan ê ji Efrînê: Em ê berxwedanê dewam bikin
Elî Henan ê ji Efrînê got, hewl tê dayin ku jiyan li wan bê herimandin û destnîşan kir ku wê berxwedana xwe dewam bikin. -
Çeteyên Tirk li Minbicê sivîlek qetil kir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Minbicê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwediyê Xwaringeha Şehbender Elî Cemal El Şêxanî El Nîfî li pêş xwaringehê qetil kir. -
Karwanê ji bo veguhestina gelê li Minbicê ketibû rê hat astengkirin
Wesayît û ambulansên ku ji bo veguhestina gelê li Minbicê maye derketibû rê, ji aliyê komên çete û dewleta Tirk ve hatin astengkirin. -
Xelkê Şedadê cenazeyên 2 şehîdên xwe veşartin
Xelkê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyên 2 şervanên QSDˋê şehîd Mihemed Nûr El Ehmed û Eymen El Serhan veşartin. -
Ji dewleta Tirk a dagirker sewqiyateke zêde
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê sewqiyatê li sînorê Kobanê û Qereqozax dike. -
Cenazeyên 6 şehîdan li Kobanê hatin veşartin
Li Kobanê bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 6 şehîdan hatin veşartin. Di merasîma şehîdan de soza şopandina rêya şehîdan û soza tolhildanê hat dayîn. -
Li Qamişloyê bi hezaran kesan şehîdên xwe spartin axê
Li Qamişloyê bi hezaran kes beşdarî merasîma veşartina cenazeyên 5 şehîdan bûn. -
Li Hesekê cenazeyên 5 şehîdan hatin veşartin
Xelkê Hesekê cenazeyên 5 şehîdan li Pakrawangeha Şehîd Dijwar veşartin. -
Di encama êrîşên dagirkeriyê de av û kehrebe li ser Kantona Firatê qut bûye
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Tişrîn û Qereqozaxê de, li Kobanê û gundewarên wê av û kehrebe qut bûye.