BI DÎMEN

Jinên Qamişlo û Amûdê bi meşeke girseyî xwedî li YPJ’ê derketin

Bi pêşengiya Kongra Star bi deh hezaran jinên bajarê Qamişlo û Amûdê ji bo piştgiriya şervanên YPJ’ê daketin qadan û peyama ew ê heta dawiyê xwedî li YPJ’ê derkevin dan.

Bi pêşengiya Kongra Star bi deh hezaran jinên bajarê Qamişlo û Amûdê li çarxeriya Sonî ya Qamişlo hatin cem hev û bi meşekê piştgirî dan şervanên xwe yên YPJ’ê.

Di meşê de dirûşmên mîna "Bijî Berxwedana YPJ`ê", “Bimire faşîzm”, “YPJ’ê Hêza me ye”, “Yeke yeke gelê Sûriyeyê yeke” û “Em li pişt hêzên xwe ne” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de alên QSD`ê, Serxwebûna Sûriyeyê, YPJ’ê û yên Rêveberiya Xweser hatin hildan.

Meş heta çarxeriya Şehîd Qehreman a bajarê Qamişlo dewam kir û li vir veguherî mitîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên şoreşê, Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo axivî.

‘EV DOZ NE TENÊ DOZA GELÊ KURD E, DOZA HEMÛ MIROVAHIYÊ YE’

Rîhan Loqa, anî ziman ku YPJ’ê ji bo wan tê wateya jiyanek nû û hemû şervanên YPJ’ê silav kir. Loqa got, “Dewleta Tirk a dagirker bi şerê xwe yê taybet û balafirên xwe yên bêmirov dixwaza tevahî endezyarên cavaka me hedef bigire. Em ji dijmin re dibêjin; em ê tu carî li ber we serî netewînin. Em ê bi ruhê şervanên xwe yên YPJ’ê bi serkevin û dijmin têk bibin. Em evîndarê azadiyê ne û bi vê îradeyê wê planên dijmin hemû têk biçin. Ji ber ev doz ne tenê doza gelê Kurd e, doza hemû mirovahiyê ye. Em berxwedana tevahiya gelê Kurdistanê silav dikin. Şervanên me ji bo herêmên me ji aliyê dewleta Tirk ve neyên dagirkirin, bi hemû hêza xwe têdikoşin û diparêzin. Bi taybet şervanên me yên YPJ’ê berxwedaniyek bi rûmet raber dikin. Ji bo me ev berxwedanî cihê serbilindiyê ye. Em li vê qada pîroz soza xwe bi şervan û şehîdên xwe re nû dikin û em dibêjin em ê li ser xeta we têkoşîn bikin û wê serketin a me be.”

‘EM Ê XWÎNA ŞEHÎDÊN XWE LI ERDÊ NEHÊLIN’

Hevseroka Meclîsa Cibcîkar a Kantona Cizîrê Fîviyan Boho Oso, diyar kir ku ew weke jinên hemû pêkhateyan ji bo azadî û maf li hev kom bûne û got, “Em ji tevahî dayik, xwişk û hevjînên şehîdan re dibêjin; em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û em ê tola wan rakin. Doza me hemûyan yeke, ew jî azadiye. Em ê vê yekê pêk bînin. Hêzên me hemû di çeperên şer de ne û canê xwe feda dikin da ku xaka xwe nekin destê dijmin. Em peyama xwe ji tevahî cîhanê re dişînin, bi taybet piştî Sûriyeya nû, daxwaza mafê jin dikin. Divê cihê jin di her qadê civakê de wek zagonek bingehîn be.”