BI DÎMEN

Şehîd Egîd û Sîrac bi merasîmeke girseyî li Kobanê hatin veşartin

Cenazeyên şehîdên QSD'ê Şehîd Egîd û Sîrac li Kobanê bi merasîmeke bi beşdariya bi sedan kesî hatin veşartin.

Bi sedan kes ji xelkê Kobanê ji bo oxirkirina şervanên xwe yên QSD'ê ku li Sirînê şehîd bûn, li hev kom bûn. Şehîd Egîd Kobanê (Nîhad Ehmed) ku di 21'ê Kanûnê li Sirîn şehîd bû û Şehîd Sîrac (Sîrac Ebid El Cebar) ku di 8'ê Kanûnê li Sirînê şehîd bû, hatin oxirkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Îsmaîl axivî û got, "Em ê xeta şehîdên xwe bişopînin." Bêrîvan Îsmaîl bi dewamî got, "Her roj êrîşa dagirkeriyê li ser herêmê me zêde dibe. Li hemberî wê, hêza şervanê me ya berxwedanê hemû pîlanê wan têk dibin. Vaye rojane binesaziyên me û destketiyên şoreşa me tên hedefgirtin, lê her rojê bi van şehîdan em destketiyên xwe diparêzin. Vaye dixwaze li Kobanê êrîş bike û komkujiyan pêk bîne. Çawa me DAÎŞ tune kir, em ê dewleta Tirk jî têk bibin. Bila êrîş bike wê rastî şerê gel ê şoreşgerî were. Em in xwediyê wê helwestê, vaye dayik û bav, ciwan û jin li ser piyanin û axa xwe diparêzin."

Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer ên Kobanê Mistefa Êto jî axivî û wiha pê de çû: "Şehîd ew in yê ku rûmet, azadî û demokrasî û edaletê ji bo tevahî gelan diparêze û pêşkêşî gelê xwe dike. Şehîd ew in ku li hemberî tevahî qirkirinê di berxwedanê de bi israr in. Îroj em jî di qonaxeke pir hesas de ne, ev berhema têkoşîna bi dehan salane."

Piştre jî wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şehîd bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.