'Em ji bo alîkariya mirovî di rê de bûn, dewleta Tirk êrîşî me kir'

Serokê Meclisa Rûspiyan a Til Birakê Bunyan Hesnawî Cedûh ê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû diyar kir ku ji bo xebatên alîkariyên mirovî bimeşînin derketin rê û ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin.

Balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Hol - Til Birakê ya kantona Cizîrê erebeyek hedef girt, di encamê de 3 welatî şehîd bûn û yek jî birîndar bû. Kesê birîndar bûye serokê Meclisa Rûspiyan a Til Birakê Bunyan Hesnawî Cedûh e.

Cedûh li nexweşxaneyê ji ANHA’yê re qala kêliyên bûyerê kir û got: "Dema ku komîteyek a Meclisa Rûspiyan ji bo pêşkêşkirina alîkariyê berê xwe da gundên çiyayê Kewkebê balafireke bêmirov êrîşek pêk anî."

Bunyan wiha domand: "Piştî vekişîna hêzên rejîma Sûriyeyê rewşa wan gundan xerab bû, ji bo serdana şêniyan û pêşkêşkirina alîkariyan jî 2 komîte ku her yek ji 5 endaman pêk tê, hatin avakirin."

Bunyan diyar kir ku armanc ji serdanê ew bû ku pêdiviyên sereke ji welatiyan re werin pêşkêşkirin.

Bunyan wiha li gotina xwe zêde kir: "Em ketibûn rêya gundên çiyayê Kewkebê, ji nişkê ve balafirê em hedef girtin, erebe teqiya û hevkarên min şehîd bûn û ez jî birîndar bûm."

Bunyan destnîşan kir ku armana dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina sivîlan û saziyên sivîl ên herêmê tirsê bixe nava welatiyan û tevliheviyekê çêke û wiha pê de çû: "Berdêl çi dibe bila bibe em tu carî dev ji erkê xwe yê alîkariyê bernadin."

Der barê rewşa xwe ya tenduristî de, Bunyan got: "Birîna min ne zêde giran e, ez ê çend saetên din ji nexweşxaneyê derkevim. Ez spasiya tîmên nexweşxaneyê dikim. Piştî ez derkevim ez ê yekser vegerim ser karê xwe û xizmeta şêniyan bikim."