Xelîl Hewas Hacî hate veşartin
Şervanê Hêzên Xweparastinê Xelîl Hewas Hacî li Şehîdgeha Şehîd Xebat bi merasîmekê hate veşartin.
Şervanê Hêzên Xweparastinê Xelîl Hewas Hacî li Şehîdgeha Şehîd Xebat bi merasîmekê hate veşartin.
Endamê Hêzên Erka Xweparatinê Xelîl Hewas Hacî ku 21ˈê Kanûnê li Dêrikê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.
Şêniyên bajarên Dêrik, Çilaxa û Girkê Legê cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Wetenî ya li bajarê Dêrikê wergirt û ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat ve oxir kir.
Li pakrewangehê merasîmek hat lidarxistin. Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Koçerat a Dêrikê Sabir Joelle di mersîmê de axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Li gel geşedanên ku herêmên me tê re derbas dibin, divê em yekitiya xwe ava bikin. Bi yekitiyê em ê armancên şehîdên xwe bi cih bînin û civak û erdê xwe biparêzin."
Sabir Joelle li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga hevgirtinê kir.
Ji fermandarên QSDˈê Reşîd Koçer jî diyar kir ku QSD mertala parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û jiyana hevbeş e.
Reşîd Koçer di dawiya axaftina xwe de bang kir û got: "Ji bo mîsogeriya ewlehî û aramiyê divê em yekitiya xwe çêkin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Xelîl Hacî hat xwendin û pêşkêşî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hat definkirin.