‘Em ê şopdarên Nazim û Cîhan bin’

Navenda Ragihandinê ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan daxuyanî da û got, “Em ê pênûs û kamerayên şehîd Nazim û Cîhan li erdê nehêlin.”

Navenda Ragihandinê ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Me 19’ê Kanûnê şehadeta du hevalên me yên giranbiha yên bi erka xwe ya rojnamegeriyê radibûn bi xemgîneyeke mezin bihîst. Her du hevrêyên me yên rojnamevan di êrîşek bêbext a dewleta faşîst a Tirk de şehîd bûn.

Hevalê Nazim Daştan û hevala Cîhan Bîlgîn bi wêrekî û ruhekî fedaiyane berê xwe dabûn meydanên şer,  hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser li ser xaka Rojava û Sûriyeyê radixistin ber çavên cîhanê. Hewl didan rastiyan nîşan bidin, qehremaniya fermandar û şervanên YPJ û QSD’ê ya li hember wan êrîşên nemerd ragihînin.

Lê belê dewleta Tirk a dagirker û faşîst a ji nûçe û agahiyên şopdarên heqîqetê Nazim û Cîhan ditirsiya ew kirin hedef û qetil kirin.

Dewleta Tirk a faşîst û dagirker di tevahiya dîroka xwe de timî rojnamevan û nivîskarên muxalif û Kurd qetil dike. Tevî di huqûqên şer û yên navneteweyî de qetilkirina rojnamevanan sûcekî giran e jî ew dewleta barbar û qirker dema mijar dibe Kurd, Kurdistan û hevgirtina gelan ti sînoran nas nake. Ji ber ew dewleta dagirker hebûna Kurd, Kurdistan, pêkve jiyana gelan ji bo xwe weke tirseke herî mezin dibîne.

Divê were anîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dê ti carî negihîjin encama ku xeyala wê dikin. Ti carî wê rastî di tarîtiyê de nemînin. Gelê Kurd, çapemeniya azad, şopdarên Apê Mûsa, Nazim û Cîhanan çi dibe bila bibe wê ligel rastiyan û heqîqetê cih bigirin.

Weke rojnamevanên ragihandina Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em soz didin hevrê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku em ê pênûs û kamerayên wan li erdê nehêlin. Li ser xeta Gurbeteliyan, Denîzan, Naziman, Cîhanan û bi dehan hevalên me yên rojnamevan ên di rêya heqîqetê de şehîd bûne em bi bîr tînin. Têkoşîna wan, hêvî armancên ji bo wan têkoşîn dikirin, ji sedî sed wê bi serketinê tacîdar bibe.

Li ser vî esasî em di serî de ji malbatên hevalên xwe Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, ji malbata me ya mezin a ragihandina azad û tevahî gelên azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin.”