Navê kesên di êrîşa SÎHA’yê de hatin qetilkirin eşkere bû

Hate hînbûn ku navê kesên di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser Hesekê-Til Beraqê de hatin qetilkirin Endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Basim Şedadê, endama HPCˋê Ebîr El Xilêf û endamê Meclis Rûspiyan Ehmed El Temê.

Vê sibehê balafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Hol - Til Birak a kantona Cizîrê wesayîtek hedef girt, di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Hate hînbûn ku navê kesên hatin qetilkirin endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Basim Şedadê, endama HPCˋê Ebîr El Xilêf û endamê Meclis Rûspiyan Ehmed El Temê ye.

Her wiha serokê Meclisa Rûspiyan a bajarê Til Birak  Bunyan Hesnawî jî birîndar bû û niha tê tedawîkirin.