Meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Xelkê Şedadê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi armanca piştgirî dayîna berxwedana QSD’ê meşiya.
Xelkê Şedadê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi armanca piştgirî dayîna berxwedana QSD’ê meşiya.
Meclîsa Bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê ji bo piştevaniya bi QSDˈê re û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê meşek lidar xist. Di meşê de teqezî li ser yekitiya xaka Sûriyeyê hat kirin.
Tevî şêniyên Şedadê jî, şêniyên ji Erîşe û Deşîşe, endamên saziyên sivîl, meclîs û komîteyên perwerdeyê beşdarî meşê bûn.
Şêniyan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi meşê kir. Meş li pêşiya Parka Rêber Apo veguherî mîtîngê. Li vir rêvebera Meclîsa PYDˈê ya bajarê Şedadê Inûd El Hilo axivî û got, "Herêmên me di rewşeke awarte re derbas dibin. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst çeteyên wê şerê hebûn û parastinê dikin. Em gelên vê herêmê bi israr û biryardarî ewlehiya herêmên xwe diparêzin."
Ji rêveberên PYDˈê Mihêdî El Dixêm jî piştgiriya gelê herêmê ya bi QSDˈê re vegot û got, "Bi ketina rejîma faşîst re, em ketine pêvajoyeke nû. Ev pêvajo ji tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê yên ji bo welatekî yekbûyî fedakarî dane, derfeteke. Em teqez dikin ku em bi Sûriyeya yekbûyî ve girêdayî ne. Em parçebûnê qebûl nakin. Em hemû sûriyeyî ne."
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên "Yek e yek e yek e, gelê Sûriyeyê ye" û "Piştgirê me tenê QSDˈê ye" bi dawî bû.