Li Hesekê û Tebqayê şehîd hatin veşartin
Şehîd Ehmed Cebare Sultan û Ebdurehman El Eswed li Hesekê, Xalid El Mihemed Hac Hemîd li Tebqayê hatin veşartin.
Şehîd Ehmed Cebare Sultan û Ebdurehman El Eswed li Hesekê, Xalid El Mihemed Hac Hemîd li Tebqayê hatin veşartin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê hesekê cenazeyê şehîd Şengal Hesekê (Ehmed Cebare El Sultan) û Qehreman Hesekê (Ebdurehman Ehmed El Swed) ên li herêma Aliya ya bajarê Til Temirê 19`ê Kanûnê şehîd bûn, li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye spartin axê. Her wiha nasnameya şehîd Goran Serêkaniyê (Ehmed Şêxo) yê li Efrînê 7`ê Tîrmeha 2018`an şehîd bû û Cîger (Faris El Hesen) ê li Minbicê 7`ê Kanûnê şehîd bû, arşkere kir.
Bi sedan şêniyên bajêr û endamên saziyên sivîl, leşkerî û rêxistinên jinan tev li merasîmê bûn.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Elî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Fatme wiha domand: "Em bejna xwe li hember malbatên şehîdan ditewînin ku ji bo ku em bi aştî û aramî bijîn, fedakariyên mezin kirin."
Fatme fedakariyên şehîdan silav kirin û soz da ku li ser şopa wan bin ta ku xewn û xeyalên wan ên azadiyê û rûmetê bi dest bixin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya kantona Cizîrê Dêrsim Hesekê axivî û got: "Şêniyên herêmê ev 13 sal in li hember dijmin li ber xwe dide ji bo ku yekitiya pêkhateyan û aştiyê biparêzin."
Dêrsim Hesekê destnîşan kir ku pergala kapîtalîst gelek caran hewl daye vîna Rêveberiya xweser û yekitiya pêkhateyan têk bibin lê bi saya fedakariyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şehîdan ev hewldan bi bin ket.
Dêrsim wiha domand: "Em ê li ser şopa şehîdan bin, herêmê û pêkhateyên wê biparêzin û li hember komployan bendeke asê bin."
Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulcîn Ehmê nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Di dawiyê de girseyê cenazeyên şehîdan spastin axê.
TEBQA
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid El Mihemed Hac Hemîd 2ˈê kanûnê di berxwedana li Minbicê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîdên Tebqayê hat oxikirin.
Nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Leşkerî ya Tebqa, Tevgera Ciwanên Şoreşer ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan jî di nav de, girseyek mezin a şêniyên kantona Tebqayê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Tebqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ehmed El Xelef axivî û got: "Em bejna xwe li ber ked û lehengiya şehîdên xwe ditewînin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hezaran şehîdan dane da ku gel bi azadî û rûmet bijî."
Ehmed El Xelef bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jî û wiha domand "Di serî de dewleta Tirk a dagirker, gelek alî hewl didin ewlehiya herêmên me xirab bikin û fitneyê di navbera gel de çêbikin da ku projeya neteweya demokratîk li ser hesabê gelê Sûriyeyê têk bibin."
Ehmed El Xelef di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan, bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û parastina projeya Rêveberiya Xweser da.
Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Olî ya kantona Tebqayê Ebdulmutelib El Betran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd sax in tu carî namirin. Em keda wan û bîranînên wê yên ji bo welat nas dikin. Bi saya wan em bi aramî û rûmet dijîn."
Ebdulmutelib El Betran jî soza domandina rêya şehîdan da.
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Girse cenazeyê şehîd bi dirûşman spart axê.