Şervana YPJ’ê Berfîn Amed li Qamişlo hat veşartin
Şervana YPJ’ê Berfîn Amed a ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûyî, li Qamişloyê hat veşartin.
Şervana YPJ’ê Berfîn Amed a ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûyî, li Qamişloyê hat veşartin.
Berfîn Amed a şervana YPJ’ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî DAÎŞ'ê de şehîd ketî, li Qamişlo bi girseyeke mezin hat veşartin. Amed, 2’ê Cotmehê di şerê li dijî DAÎŞ'ê de birîndar bibû û ligel hemû hewldanan 12’ê Cotmehê şehîd bibû. Berfîn Amed, li şehîdgeha Delîl Sarûxan bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Di merasîmê de ligel şervên YPG-YPJ’ê bi sedan kes tevlî bûn.
Piştî merasîma leşkerî, fermandara YPJ’ê Engîzek Qamişlo axivî û got; "Em soza xwe ya me dayî şervanên xwe yên leheng û şehîdên xwe yên berxwedanê dubare dikin.”
Piştî axaftina Engîzeke Qamişlo, Berfîn Amed hat veşartin.