Cenazeyê şehîd Umer li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Umer Îbrahîm El- Mihemed (Umer) ê dema li Reqayê bi erka xwe radibû şehîd ket, li Şehîdgeha gundê Hikûmiyê bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Umer Îbrahîm El- Mihemed (Umer) ê dema li Reqayê bi erka xwe radibû şehîd ket, li Şehîdgeha gundê Hikûmiyê bi merasîmekê hate veşartin.
Bi sedan welatiyên Reqayê ji bo wergirtina cenazeyê Umer ê ku li Reqayê dema li ser karê xwe bû şehîd bibû, li ber Çerxeriya Firûsiyê kom bûn. Şêniyan piştî wergirtina cenaze bi kerwanekî ji dehan wesayîtan pêk dihat, ber bi Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê ve ketin rê.
Kerwanê oxirkirinê dema gihişte gund ji aliyê dehan kesî ve bi dirûşman hatin pêşwazîkirin.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.
Ji fermandarên QSD‘ê Feysel Ebû Ezîz axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza bicih anîna xeyalên şehîdan da.
Di merasîmê de, endama Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê Şemsa El-Salih û Rêvebera Mala Jinê Xaliya El-Kecwan axivîn û bal kişand ser rola şehîdan a di rizgarkirina herêmê de, soza parastina destkeftiyên şoreşa Bakurê Sûriyeyê dan.
Nasnameya şehîd ji aliyê rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Hela El-Hesen ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
Cenazeyê şehîd Umer bi dirûşman ve hate veşartin.