Gelo peymana li ser Îdlibê têk diçe?

Dema peymana Îdlibê ya navbera dewleta Tirk û Rûsyayê qediya. Ji niha ve peyman tê binpêkirin. Koma bi navê Heyet Tehrîr El Şam ragihand ku wê şer bike.

Tirkiye û Rûsyayê roja 17'ê Îlonê li hev kirin ku li Îdlibê herêmeke ji leşkeran hatiye xalîkirin bê afirandin. Çeteyên li Îdlibê yên pişta xwe dispêrin Enqereyê diviyabû heta 15'ê Cotmehê xwe ji herêma hatiye destnîşankirin vekişandibûna. Dihate plankirin ku di navbera herêmên di kontrola hêzên rejîmê de ne û herêmên di destê çeteyan de ne, cihekî tampon ê bi 15-20 kîlometreyan fireh e bê avakirin.

DEM QEDIYA

Li gorî peymanê, diviyabû çeteyan heta 10'ê Cotmehê çekên xwe yên giran ji herêmê vekişandibûna. Rejîma Enqereyê îdîa kir ku komên çete yên yekser bi wan ve girêdayî ne, çekên giran ji herêmê derxistine. Lê belê heyeteke serbixwe ya çavdêriyê nîne ku li pişta vê îdîayê bisekine.

Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) a ji aliyê El Nûsra ve hatiye avakirin, heta roja dawî bi rengekî vekirî helwesta xwe nîşan neda. Komên bi navê HTŞ, Partiya Îslamê ya Turkîstan û Hûras El-Dîn du ji sê parên 'herêma tampon' kontrol dikin.

JI HERÊMA TAMPON VENEKIŞIYAN

Ji bo peyman bi cih were anîn, diviyabû HTŞ jî ji herêma tampon vekişiya. Lê belê ji bo vekişînê heta niha xwe nelivandiye.

Midûrê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdulrahman ji AFP'ê re got, "Di nava çend saetan de divê herêma tampon bê avakirin. Lê belê peyman hîn bi cih nehatiye anîn."

Çend saet berî bidawîbûna dema hatiye destnîşankirin, HTŞ'ê êvara Yekşemê daxuyaniyek da û got, "Em ê dest ji cîhad û şer bernedin." HTŞ'ê da xuyakirin ku armanca wan a sereke têkbirina rejîmê ye.

GAVÊN DESTPÊKÊ YÊN JI BO BINPÊKIRINA PEYMANÊ

Beriya vê daxuyaniyê hin bûyer qewimîn ku metirsî li ser peymanê çêkirin. Ji herêma ku weke 'qada tampon' hatiye destnîşankirin, topbaran li dijî çeperên artêşa Sûriyeyê hate kirin. Hate ragihandin, li dijî çeperên leşkerî yên li Cûrînê ya li bakurê Hamayê, êvara Şemiyê bi obusan êrîş hatiye kirin û di encamê de 2 leşkerên Sûriyeyê mirine. Ji herêma tampon li dijî Helebê jî top hatin avêtin. Eşkere nebû ku ev êrîş ji aliyê çeteyên xwe dispêrin dewleta Tirk ve hatiye kirin, ya jî ji aliyê HTŞ'ê ku bi van komên çete re tevdigere, hatiye kirin.

LI GORÎ ESAD, PEYMAN DEMKÎ YE

Li gorî rejîma Sûriyeyê peyman demkî ye û wê Îdlibê kontrol bikin. Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad roja 8'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, "Peyman tedbîreke demkî ye." Esad îdîa kir ku rejîm bi saya vê yekê li herêmê destketî bi dest xistiye. Esad got, "Ev wîlayet û herêmên din ku hîn di kontrola terorîstan de ne, wê ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve bên kontrolkirin."

Îdlib yek ji çar herêmên bê şer bû ku berî niha bi salekê hatin avakirin. Di nava salekê de sê herêm ketin kontrola rejîmê û tenê Îdlib ma. Rejîma Sûriyeyê di wê baweriyê de ye ku peymana li ser Îdlibê jî di çarçoveya peymana beriya niha ya li ser 'herêmên bê şer' de hatiye kirin û ev herêm wê bikeve kontrola rejîmê.