Pêngava Bagera Cizîrê: Di 24 saetên dawî de 15 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di şerê 24 saetan a Pêngava Bagera Cizîr a ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de 15 çete hatine kuştin, 2 şervan şehîd, 7 şervan jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ragihand.

QSD’ê diyarkir ku li eniya Baxozê şer dewam dike û di şerê 24 saetan de 15 çete hatine kuştin, 5 baregehên çeteyan hatine rûxandin. Her wiha QSD’ê anî ziman ku di çalakiyên şervan û êrîşan de 2 şervanên wan şehîd, 7 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

ENIYA BAXOZ

Şervanên me êrîşa terorîstên DAîŞ‘ê şikandin û 3 terorîst kuştin, cenazeyên çeteyan ketin destê şervanên me. Hêzên Koalîsyona Navdewletî bi balafir û fûzan li baregehên terorîstan dan.

Di encama êrîşa çeteyan de 3 şervanên me birîndar bûn.

Şerê li vê eniyê heta amadekirina vê raporê berdewam e, terorîstan çekên giran û topên SPG 9 bi kar tîni, di şerê li vê eniyê de şervanekî me şehîd ket û şervanek jî birîndar bû.

ENIYA HECÎN

Hêzên me li vir avakirina nuqteyan û bendna didomînin. Mayîneke ku terorîstan li vê herêmê bi cih kiribûn teqiya, di encamê de 2 şervanên me birîndar bûn.

ENIYA BEHRA

Terorîstan hewl dan bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî şervanên me bikin, di encamê de şer rû da. Şervanên me bersiva êrîşan dan û êrîş şikandin û terorîsta reviyan. Di êrîşê de şervanekî me şehîd bû û yek birîndar bû.

BÎLANÇOYA ROJÊ

15 terorîst hatin kuştin.

Balafirên Koalîsyona Navdewletî li 11 cihan dan.

5 bargehên terorîstan hatin xûrandin.

cîhazekî GPS kest destê şervana.

2 şervanên me şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn."