Li Hesekê bi hezaran kes ji bo Efrîn û Ocalan meşiyan

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirkan a li Efrînê li Hesekê meşek hate lidarxistin.

Meş bi pêşengiya Kongreya Star hate kirin û bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Meş li pêşiya avahiya TEV-DEM’ê hate destpêkirin. Di meşê de pankartên ku dagirkerî tê protestokirin,hatin hildan.

Çalakiya protestoyê li Stada Şehîd Bilind bû mîtîng. Rêvebera Kongreya Star Mûna Yûsif bal kişand ser polîtîkaya dermirovahiyê ya li Efrînê ya ku hatiye dagirkirin.

Mûna diyar kir ku hêzên YPG û YPJ’ê û gelên Efrînê berxwedaneke dîrokî li hemberî dagirkeran nîşan dane û bal bir ser vî tiştî ku ew ê ev berxwedan Efrînê rizgar bike.