YPG: 6 dagirker li Efrînê hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên du rojên dawî de herî kêm 6 çete li Efrînê hatine kuştin, 5 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku çalakî 16-17'ê Cotmehê li navçeya Şêrawa ya Efrînê hatine kirin.

Di daxuyaniya nivîskî de ev agahî hatin dayin: "Hêzên me 16'ê Cotmehê li gundê Qimarê yê navçeya Şêrawayê li dijî koma çete ya bi navê Firqet Hemze çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. 3 ji çeteyên hatine kuştin ev in: Abdullah Marî, Mûhammed Suleyman, Ebû Yakûb Hamza.

Yekîneyên me roja 17'ê Cotmehê li gundê Kefr Nebo ya navçeya Şêrawayê li wesayiteke leşkerî ya koma çete ya bi navê Feylaq Şam xistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.