Konferansa Zanîngehên Rojava dest pê kir

Konferansa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Li konferansê Berpirsê Dîplomasiyê yê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl axivî û got, di pêvajoya şoreşê de wan li hêlekê li dijî dagirkeriyê şer kirin, li hêla din jî pergala nû ava kirin.

Bi konferansa zanîngeh û akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re arîşeyên hîndekariya bilind û pergala wê ya azmûnê tê gotûbêjkirin. Konferansa ku ji hêla Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê, Zanîngeha Efrînê û Akademiya Mezopomyayê ve hatî amadekirin li kampûsa sereke ya Qamişlo ya Zanîngeha Rojava dest pê kir.

Konferansa ku bi tevlêbûna peywirdarên hîndekariyê yên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, konseyên perwerdehiyê, xwendekar û Berpirsê Dîplomasiyê yê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, Hevserokê Meclîsa Qanûnçêker a Kantona Cizîrê Evdilkerî Sarûxan wê du rojan bidome. Li konferansê wê li ser bernameya hevpar a perwerdehiyê ya ji bo zanîngehên Bakur û Rojavayê Sûriyeyê were gotûbêjkirin.

Aldar Xelîl li konferansê axivî û got di pêvajoya şoreşê de wan hem li dijî dagirkeriyê li ber xwe dane, hem jî pergala nû ava kirine. Xelîl diyar kir ku ew hê li destpêka şoreşê ne û domand, "Ev hê gavên pêşî yên şoreşê ne. Gelê me berdêlên giran da. Kurd, Ereb, Suryan dixwazin bi hev re pergala nû ava bikin. Gelek hêzan hewl dan ku destketiyên xwe ji bo berjewendiya xwe bi kar bînin û hê jî vê dikin. Ev hewldan wê bidomin jî."

Xelîl anî ziman ku şoreş li hemû qadan têkoşîna xwe didomîne û got, "Em hê jî li dijî vê hilweşandinê hewl didin ku pergala xwe ava bikin. Li hêlekê li dijî rêxistinên terorê yên mîna DAÎŞ'ê û paşmêrên wan û li hêla dî jî li dijî armancên dagirkeriyê yên li ser herêmê em li ber xwe didin. Mînaka vê jî Efrîn e. Li hêla dî jî li dijî hişmendiya ku ji salên 1970'î ve desthilatdar e têkoşîn tê dayin. Her wiha li diji hin hişmendiyên şaş ên di nav me de jî berxwedan didome."

Xelîl her wiha diyar kir ku di qadên perwerdehiyê de xebatên wan ji desetpêkê ve didomin, encamên ku vê dawiyê derketine holê hêviyê didin û domand, "Pergala me ya nû li dijî hemû hişmendiyên şaş wê ava bibe. Lê em hê jî têkoşîna manûnemanê didin. Îro dibe ku zanîngehên me ne bi asta yên cîhanê bin lê di rewşa şer de me pergaleke wiha ya perwerdehiyê danî. Bi zimanê dayikê me dest bi perwerdehiyê kir û niha li zanîngehên me bi hezaran xwendekar hene."

Xelîl bi dewamî wiha got: "Îro yên ku hê duh li kuçeyan digotin bila rejîm biçe, bi gotina bila dahatuya zarokên me ji dest neçe zarokên xwe dişînin dibistanên rejîmê. Ji bo vê şoreşê 5 hezar şehîd çêbûn, sazî hatin avakirin, dibistan hatin avakirin lê zarokên xwe dişînin dibistanên rejîmê. Niha diçine wan dibistanên ku duh ji wan re şowen digotin. Lê li gel her tiştî jî di nav şer û hilweşandinê de berxwediya me didome. Ez hêvî dikim ku encamên konferansê ji bo gelê me bixêr bin."