Cenazeyê 5 şehîdan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê 5 şervanên QSD’ê bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê Şervanên QSD‘ê Merwan Ebdulrehman (Harûn), Îbrahîm El-Cewher (Xebat Hesekê), Ebdulletîf El-Nezal (Harûn Hesekê), Nesir Feyad (Egît) û Fadil Reşîd (Rizgar Hesekê) ku di qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin. Şervanên QSD, YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê merasîmeke leşkerî li dar xistin.

Piştre li ser navê Desteya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Welîda Botî, li ser navê hêzên leşkerî jî fermandarên QSD‘ê Ciwan Hesekê axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û berxwedana şervanan a li hemberî terorê silav kirin. Li aliyê din axaftvanan soz dan ku ew ê li ser rêya şehîdan bin.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.