Cenazeyê şervanê QSD’ê El- Xelef spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD'ê Ûsame Emîn El-Xelef ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbû, li Goristana Xidir El-Hemadê ya herêma Ebû Xeşeb spartin axê.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên bajarokê El- Kesra, Ebû Xeşbe û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD’ê Ûsame Emîn El- Xelef (Enes) ê di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bibû, li Goristana Xadir El Hemadê spartin axê.

welatiyan cenazeyê şehîd Ûsame El-Xelef ji gundê Ebo Xeşeb wergirt û bi karwanekî ber bi Goristana Xidir El- Hemadê ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi deqeyekê rêzgirtina leşkerî ya şervanên QSD’ê ve destpê kir. Fermandarê QSD'ê Dilşêr Ehmed di merasîmê de axivî û got: "Em rizgarkirina welat li malbatên şehîdan pîroz dikin. Şehîdan ji bo azadiya welat canê xwe feda kir."

di merasîmê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Wîsal Hezaa, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Newriyê El-Îsa, Meclîsa Xeta Ebû Xeşeb endama rêveberiyê Semah El-Cesim, endama Mala Jinan Şehrezad El-Casim axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

 Cenazeyê şehîd El- Xelef bi tilîlî û dirûşman spartin axê.