QSD: Di 24 seatên dawî de 12 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di 24 saetên dawî de 12 çete hatine kuştin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

ENIYA BAXOZ

Li vê eniyê di navbera şervanên me û çeteyên DAÎŞ`ê de şer heye. Çeteyên DAÎŞ`ê bi çekên giran û topên hewanê êrîşî navendên şervanên me kir. Şervanan êrîşên çeteyan têk birin û gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Şerê li herêmê heta niha didome.

ENIYA HECÎN

Şervanên me li dijî çeteyan çalakî pêk anîn û gelek çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin. Tîmên taybet ên rakirina mayînan li herêmê dest bi operasyonê kir û gelek mayîn û bombe ketin destê şervanan, her wiha 2 mayîn hatin teqandin û 4 jî hatin bêbandorkirin.

Li vê eniyê jî heta niha şer didome.

BÎLANÇO

- 12 çete hatin kuştin

- 2 baregehên çeteyan hatin rûxandin

- Wesayîtek û 6 mayîn hatin teqandin.