Şerê Tunekirina Terorê: 9 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di 24 saetên dawî de 9 çete hatine kuştin û gelek cebilxane hatiye desteserkirin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

ENIYA BAXOZ

Di navbera şervanên me û rêxistina terorîst a DAÎŞ‘ê de şerê giran rû dan, çeteyan di vî şerî de çekên giran û topên hawanê bi kar anîn. Di encama şer de, topavêjeke hawanê 120 mm, gelek çek û çebilxane ketin destê şervanên me. Her wiha gelek terorîst hatin kuştin.

Serê sibê çeteyên rêxistina terorîst a DAÎŞ‘ê êrîşî baregehên hêzên me yên li başûrê gundê Sûsê kirin, şervanên me bersiv da û li vê derê şerên giran rû da. Di encamê de gelek terorîst hatin kuştin, her wiha şervanan motorsêkltek û gelek wesayîtên terorîstan teqandin û gelek mayînên terorîstan bêbandor kirin.

Li aliyekî din jî şervanên me baregehên terorîstan bi topên hawanê kirin hedef û gelek terorîst kuştin, ji ber mayînan û dijwariya êrîşan hejmara kuştiyên terorîstan nehatin zanîn.

Hêzên Koalîsyona Navdewletî baregehên terorîstan kirin hedef, 3 baregeh rûxiyan û gelek çete hatin kuştin.

ENIYA HECÎN

Li vê eniyê jî, di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ‘ê şerê giran rû da, di şer de gelek terorîst hatin kuştin û hin baregehên wan hatin rûxandin. Şervanên me hejmareke mayînên ku çeteyan ji bo astengkirina pêşdeçûnên şervanên me bi cih kiribûn, bê bandor kirin. Hêzên Koalîsyona Navdewletî jî bi fûzên Himars rûxandin.

BÎLANÇO

-9 terorîst hatin kuştin.

-Balafirên Koalîsyona Navdewletî li 2 cihan dan û bi fûzên Himars jî li du cihên din dan.

-3 baregehên terorîstan hatin rûxandin, motorsêklêtek hate teqandin û topavêjeke hawanê 120 mm hate desteserkirin.