Pêşnûme belgeya ji bo zanîngehên demokratîk tê gotûbêjkirin

Konferansa zanîngeh û akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê dewam dike. Di konferansê de li ser belgeya pêşnûmeyê ya saziyên hîndekariya bilind gotûbêjî têne kirin.

Konferansa li ser hîndekariya bilind ji hêla zanîngehên Kobanê, Rojava, Efrînê û Akademiya Mezopotmayayê ve tê lidarxistin û li kampûsa sereke ya Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê didome.

Konferans wê du rojan bidome û di belgeyên pêşnûmeyê de ku ji bo hîndekariya bilind hatiye hazirkirin wê li ser şertên hîndekariya bilind, pergala akademiyê, xweseriya zanîngehan û hwd. gotebêjî werin kirin.

Di belgeyên pêşnûmeyê de ku ji bo hîndekariya bilind hatiye amadekirin tê diyarkirin ku di hemû qademeyên zanîngehan de pergala hilbijartinê esas were girtin, hevkariya xwendekar û akademîsyenan were geşkirin û perwerdehiya zanîstî esas were dîtin.

Her wiha tê pêşniyarkirin ku li gel perwerdehiya zanistî û demokratîk, meclîsên fakulteyan, avakirina meclîsên xwendekaran a zanîngehan û nûnertiya meclîsên xwendekaran jî di lijneya perwerdehiya bilind de hebe.