YPJ: Me li Reqayê dîwarên koledariyê rûxand

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ragihand ku bi rizgarkirina Reqayê re dîwarên koledariyê rûxiyane û got, "Azadiya Reqayê bû hêvî ji hemû jinan re." YPJ'ê şervanên li eniya Dêra Zorê jî silav kir.

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi wesîleya salvegera yekemîn a rizgariya Reqayê ji çeteyên DAÎŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, rizgarkirina Reqayê serketina îradeya jinê ye.

Daxuyaniya YPJ'ê wiha ye:

"Em salvegera 1. a rizgarkirina bajarê Reqayê ku bi pêşengiya jinên Kurd, şervanên YPJ'ê, jinên li seranserî cîhanê têdikoşin û tevahî jinên Rojhilata Navîn pêk hat, li gelê Bakurê Sûriyeyê, tevahî jinan û mirovahiya ku li hemberî terora DAIŞ'ê serî rakir û têkoşiya pîroz dikin. Di kesayetiya şehîd Zozan, Arîn, Hebûn û Sozdaran de em hemû şehîdên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de kedeke bêhempa raber kirin bi bîr tînin. Soza xwe ya dilsoziya bi şehîdan re dubare dikin.

'ME DÎWARÊN KOLEDARIYÊ RÛXAND'

Weke tê zanîn bajarê Reqayê heta 17'ê Cotmeha 2017'an, ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin. Me 19'ê Cotmeha 2017'an de li Reqayê têkbirina DAÎŞ'ê ji raya giştî re ragihandibû. Hêzên me, bi ruhê berxwedana Kobanê û bi sonda tolhildana hemû şehîdên şoreşa Bakurê Sûriyeyê, bi baweriya têkbirina DAÎŞ'ê û tolhildana hemû jinan û zarokan di eniyên herî pêş ên operasyona 'Cenga Mezin' a Pêngava Rizgarkirina Reqayê de cihê xwe girtin.

Çeteyên DAÎŞ'ê bajarê Reqa ji bo xwe weke paytext bi nav kiribûn. Çeteyan, bi hezaran jinên bê parastin dîl girtin, kirin qefesan, firotin û kuştin. DAÎŞ'ê li bajarê Reqayê weke bazara firotina jinan bi kar dianî. Ew dîwarên koletiyê ku li derdora civaka me ya Ereb hatibûn lêkirin û çerşefên reş ku li rûyê jinan hatibûn pêçandin bi destê şervanên me hatin avêtin û şewitandin.

'YEKÎTIYA GIYANÎ DI NAVBERA JINÊN KURD Û EREB DE AVA BÛ'

Çeteyên DAÎŞ'ê tirs berdabû nava dilê hemû mirovahiyê. Di heman demê de di kesayeta jinên Êzidî de xwestin tevayî jinan û gelan bixin bin serweriya xwe. Jinên ku li ber DAÎŞ'ê rabûn hatin kuştin. Kuştina mirovan weke tiştekî rewa dihat nîşandan. Rizgarkirina bajarê Reqayê, di heman demê de bû hilanîna tola jinên Êzîdî. Bajarê Reqayê ku bi salan di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ'ê de ma, bi berxwedaneke mezin a dîrokî ji dagirkeriya DAÎŞ'ê hate rizgarkirin. Rizgarkirina bajarê Reqayê her wiha têkçûna hişmendî û pergala zilamê serdest bû. Bajarê Reqayê, eniya berxwedanê ya hemû jinên cîhanê ava kir. Vê destketiyê yekîtiya giyanî di navbera jinên Kurd û Ereb de afirand.

SILAV LI ŞERVANÊN LI DÊRA ZORÊ HATE KIRIN

Şervanên me bi berxwedane mezin li ber hovîtiya DAÎŞ'ê rabûn û destketiyên gelekî mezin bi dest xistin. Di encama vê sekna leheng de ku li Reqa û cihên din hate raberkirin, niha pêngava 'Şerê tinekirina terorê' tê meşandin. Bi vê wesîleyê em hemû hevalên xwe yên niha li eniya Dêra Zorê li ber xwe didin silav dikin. Têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê serketina demokrasî û azadiyê ye. Di heman demê de hêviya paşeroja azad e ji bo hemû gelan.

Li ser vê bingehê em careke din salvegera 1. a rizgarkirina bajarê Reqayê li tevayî gelê Bakurê Sûriyeyê û mirovahiyê pîroz dikin. Di kesayetiya hevrê Hêlîn Cûdî, Arîn Qamişlo û herî dawî hevrê Berfîn de ku li Dêra Zorê şehîd bû, hemû şehîdên di oxira berxwedana azadiyê de canê xwe feda kirin bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em careke din soz didin ku em ê li ser şopa şehîdan bin û xwedî li bîranînên lehengan derkevin."