Cenazeyê du şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin

Welatiyên Şedadê cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed Mensûr û Ehmed Mihêmîd bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Hesekê Şedadê cenazeyê şervanê  QSD`ê Ehmed Mensûr (Şehab) û Ehmed Mihêmîd (Selman) ên ku 12`ê Cotmehê li Dêra Zorê şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Cenazeyê şehîdan li goristanê ji aliyê sedan kesî ve hatin pêşwazî kirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Ji fermandarên QSD`ê Hisên Hemade axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest. Hemade soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û tunekirina terorê da.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehre Ebûd jî got; “Şehîd ji bo parastina gelê xwe canê xwe feda dikin.”

Piştre, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyat Îbrahîm nasnameya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.