Bîlançoya şerê artêş û çeteyên Tirk ê li Efrînê

Bîlançoya şerê navbera artêşa Tirk û komên wê yên çete ku li Efrînê qewimî, eşkere dibe.

Şerê li Efrînê yê navbera hêzên taybet ên tirk-qaşo artêşa milî û koma çete Ehrar Şarqiye, îro qediya.

Şer li ser çavnebariya her du aliyan a li ser talankirina zeytûnan derketibû. Li gorî agahiyan, dewleta Tirk pêşniyar li fermandarên Ehrar Şarqiye kiribû ku bi çekên xwe vekişin Îdlibê û ji bo wê dem dabû.

Tê gotin, beşek ji çeteyên Ehrar Şarqiye îro teslîm bûne û beşek ji wan jî bi çekên xwe ber bi Îdlibê ji bo tevlî El Nûsra bibin hatine şandin.

BÎLANÇO

Bîlançoya şerê doh wiha ye:

Ji hêzên taybet ên Tirk 3 mirî, 1 birîndar

Ji Ehrar Şarqiye 8 mirî, 11 birîndar

Ji Cebhe El Şamiye 1 mirî

Ji Tûgayên Hamza 4 mirî, 7 birîndar, 6 çete dîl hatibûn girtin.

Şer qediya jî be li Efrîna ku hatiye dagirkirin "qedexeya derketina derve" dewam dike.

Çavkaniyên herêmî dibêjin, dibistana Karama ya li Efrînê di dema şer de hatiye teqandin.

Her wiha zarokeke birîndar bûye.