TEV-DEM: Dewleta Tirk emrê terorê dirêj dike

TEV-DEM'ê ragihand, dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Bakurê Sûriyeyê dixwaze emrê terorê dirêj bike."

Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demekê de ku teror henaseyên xwe yên dawî li cihê xwe yê herî dawî li qiraxa Firatê hildide, artêşa Tirk a dagirker dest bi topbarana beşek ji axa Sûriyeyê û Rojava kir da ku destekê bide terorê. Topbarana herêmên li ser xeta sînor hewldana dirêjkirina temenê terora DAIŞ'ê û bikaranîna vê terorê weke zextekê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava ye. Her wiha hewldana şantajkirina Ewropa û Amerîkayê ye da ku tawîzan li hember rawestandina desteka Tirkiyeyê ji terorê re, bide.

Kiryarên dewleta Tirk ku  Efrîn, Bab, Cerablûs û Ezaz dagir kirine, rastiya çavbirçîbûna Tirkiyeyê di axa Sûriyeyê de diyar dike. Ev yek jî bi rêya guhertina demografî û çandî, her wiha girêdana herêman di aliyê rêvebirinê de bi dewleta Tirk ve, dayîna perwerdeyê bi materyalên Tirkiyeyê da ku gelên Sûriyeyê tehrîk bikin, guhartina navên gundan û kolanan bi tirkî, di heman demê de avakirina şaxên saziyên dewleta Tirk bi awayekî fermî li ser erdnîgariya Sûriyeyê, pêk tîne. Ev kiryarên Tirkiyeyê hemû qanûnên navneteweyî binpê dike, rejîma Sûriyeyê li hember van kiryaran di nava bêdengiyeke şermê de ye. Rûsya jî hevkarê van kiryaran e û hêzên navneteweyî jî van kiryaran paşguh dikin.

Dewleta Tirk a cudaxwaz ku beşek ji erdnîgariya Sûriyeyê qut dike, gelê Sûriyeyê yê ku parastina yekitiya axa Sûriyeyê li hember terorê dike, bi cudaxwaziyê tawanbar dike!

Di çarçoveya geşedanên dawî de û di nava bazarekê de, Amerîkayê li ser hesabê doza Kurdan li Tirkiyeyê, ji bo agahiyan li ser cihê şoreşger û têkoşerên Kurd ên ku ev demek e li çiyayên Kurdistanê dimînin wergirin, wê xelata pereyan bidin. Birêz Murat Karaylan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan tenê şervanên azadiyê li xaka Kurdistanê ne û navnîşana wan çiyayên Kurdistanê ye. Tu rojekê kiryarên terorîst nekirine, lê belê şerê terora dewleta Tirk a birêxistinkirî kirin. Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi awayekî fermî û bi sponseriyeke navdewletî bi 3 hikumetên Tirkiyê yên li pey hev muzakere kirin (hikumeta Turgut Ozal ku ji ber hevdîtinan bi Rêber Ocalan û PKK‘ê re yên muzakereyê jiyana xwe ji dest da, her wiha hikumeta Necmettîn Erbakan ku rastî derbeyeke spî hat û hikumeta Erdogan ku muzakere bi tifaqa Qesra Dolmabahçeyê ya navdar bi 10 nuqteyan der barê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriyeke aştiyane û demokratîk bi encam bû) lê encamên tifaqê pêk nehatin. Ev muzakere diyar dike ku ev kes fermandarên şoreşgerî ne ji bo azadiyê dixebitin, di heman demê de siyasetmendarên muxalîf in, lê ne terorîst in. Dadgeha Edaletê ya Ewropayê di 15‘ê Mijdara 2018‘an de diyar kir ku biryara xistina PKK‘ê ya lîsteya rêxistinên terorê, xwe naspêre argumanên zêde û got biryara baş nehatiye lêkolînkirin û nirxandin.

Ev fermandar, peyamnêr û şoreşgerên aştiyê ne, beşdarî şerê li dijî terorê bûn û hêzên wan ên leşkerî şûna cîhana aştîxwaz roleke mezin di şikandina terorê li Rojhilata Navîn de lîst.

Liv û tevgerên dewleta Tirk ji bo têkbirina çareseriya siyasî ya Sûrî-Sûrî bi ser neketin, lîstokên dewleta Tirk û çavbirçîbûna wê êdî zelal bûye û zarokên Sûrî beriya kesê temen mezin nas dike. Sûriyeyeke demokratik, pirreng û nenavendî li gorî destûra ku wê gelê Sûriyeyê bi xwe binivîse, ew çareseriya dawî ye.

Bi yekbûna gelên Sûriyeyê dê projeya gelê Sûriyeyê li dijî projeyên olperestî yên cudaxwaz bi ser bikeve."