Xweza û çavkaniyên Efrînê tên talankirin

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê ne tenê gefê li jiyan û mafên mirovan dixwe. Her wiha metirsiyeke li ser xwezayê. Zeytûn tên dizîn, tên talankirin û dar bi dozeran ji kokê ve tên rakirin.

Piştî ku dewleta Tirk 20'ê Çileyê li Efrînê dest bi êrîşan kir û 18'ê Adarê jî dagir kir, ji hingî ve li herêmê bi rêk û pêk sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.

Rejîma Enqereyê û çeteyên wê terorê li şêniyên herêmê dikin. Bi rêya malbatên çeteyan ên ji deverên din anîne, demografiya herêmê diguherînin, dest datînin ser mal û milkên gelê xwecihî, sivîlan direvînin, êşkenceyê li wan dikin û înfaz dikin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di raporên xwe de yên nava salê weşandin, bal kişandin ser van sûcên şer.

Êrîşên rejîma Enqereyê ne tenê li dijî sivîlan û binesaziya cih û warê sivîlan e. Di heman demê de êrîş li çavkaniyên debarê yên şêniyên herêmê û xwezaya herêmê tên kirin.

Bi taybetî, zeytûnên Efrînê tên talankirin ku yek ji çavkaniyên bingehîn ên debarê ye. Darên zeytûnan tên birîn û zeytûnên wê jî tên dzîn.

Beriya niha bi demeke kin eşkere bûbû ku rejîma Enqereyê bi çeteyan re li hev kiriye û plan kiriye ku dewlemendiyên herêmê li welatên herêmê û welatên Ewropayê bifiroşin.

Herî dawî çavkaniyekî ji Efrînê bi rêya telefonê dîmen kişand û şand. Di vî dîmenî de tê dîtin bê darên herêmê çawa tên rakirin û talankirin.

Kiryarê talana xwezaya Efrînê rejîma Enqereyê ye. Cih, herêma Maseka ya navçeya Raco ye. Di dîmen de tê dîtin bê darên zeytûnê bi rêya dozeran ji binî ve çawa tên rakirin.