YPG: Hevrêyê me Elî Xebat şehîd bû

Şervanê YPG'ê Elî Xebat, di encama qezayekê de şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku endamê wan ê bi nasnav Elî Xebat, dema li bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê bi erka xwe radibû, ji ber qezaya trafîkê şehîd bûye.

Daxuyaniya YPG'ê wiha ye: "Hevrêyê me Elî Xebat dema li bajarê Dêrikê bi erka xwe radibû, 15'ê Mijdarê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Hevrê Elî Xebat li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî şoreşa Rojava dest pê kir, ew jî tevlî nava refên şoreşê bû û xwest rola dikeve ser milê xwe ji bo parastina gel û welatê xwe pêk bîne. Li ser vê bingehê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û cihê xwe di nava refên YPG'ê de girt. Bi vê bîr û baweriyê heya dawiyê têkoşiya.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Elî Xebat
Nav û Paşnav: Bawer Cewher
Navê Dayikê: Bexal
Navê Bav: Beroj
Cihê Jidayikbûnê: Hewlêr
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik / 15 Mijdar 2018”