Li Hecînê di navbera QSD û DAÎŞ'ê de şerekî giran heye

Li eniya Hecînê ji doh ve di navbera hêzên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran diqewime.

Di 'Şerê Qedandina Terorê' de ku qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ye, li Hecînê ji doh ve di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Li gorî ANHA'yê ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî leşkerî girtiye, çeteyên DAÎŞ'ê danê vê sibehê bi hejmareke zêde ya çeteyan hewl dan êrîş bikin. Piştî ku şervanên QSD'ê bersiv dan, şerekî dijwar rû da.

Li hemû eniyên Hecînê bi taybetî li eniya bakur şerekî giran heye.