YPG'ê li nuqteya 'polîsê leşkerî' ya li Efrînê da: 3 çete mirin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li navenda Efrînê li dijî nuqteyeke çeteyan çalakiyek pêk hatiye û di encamê de 3 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li navenda Efrînê li dijî nuqteyeke çeteyan çalakiyek pêk hatiye û di encamê de 3 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de çalakiyên xurt ên hêzên wan ên li dijî artêş û çeteyên Tirk ên dagirker dewam dikin.
Li gorî daxuyaniyê, roja 19'ê Mijdarê tîmeke YPG'ê li navenda bajarê Efrînê li dijî nuqteyeke komên çete ku bi karê 'polîsê leşkerî' yê dagirkeriyê radibûn, çalakiyeke xurt hatiye kirin.
Hat gotin, di vê çalakiyê de 3 çete hatine kuştin, 6 çete jî bi giranî birîndar bûne.