Çeteyên Tirk êrîş birin ser hêzên rejîmê yên li Helebê

Komên çete yên ku dewleta Tirk li Astana û Soçiyê bû garantorê wan, doh êvarê êrîş birin ser hêzên rejîmê yên li taxên rojavayê Helebê. Tê gotin ku li herêmê şerekî giran diqewime.

Komên çete yên li Îdlibê ku pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, doh êvarê êrîş birin ser çeperên rejîma Sûriyeyê yên li rojavayê Helebê.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, komên çete yên dewleta Tirk ku bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (Ceyşul Wetenî) li hev civiyane, doh danê êvarê li herêmên Cemiyet Zehran û Bihus Ilmî yên Helebê êrîş birin ser çeperên rejîmê. Di şer de her du aliyan çekên giran bi kar anîn. Lê li ser encamên şer agahî bi dest neketin. Şer li hin cihan dewam dike.

Komên çete yên bi navê Ceyşul Wetenî, ku dewleta Tirk bi serkêşiya Tûgayên Sûltan Mûrat li hev civandine, ji doh danê sibehê ve li Efrînê li dijî koma bi navê Ehrar El Şerqiye dest bi operasyona tasfiyeyê kiribûn.

Li bajêr ku derketina derve hatiye qedexekirin, liv û tevgera hewayî heye. Di nava rojê de li taxên Eşrefiye, Mahmûdiye, Kolana Welat, Sûk El Hal, Meydana Kawa û herêma pîşesaziyê ya Efrînê şer qewimî û ji her du aliyan çete mirin û birîndar bûn.