Cenazeyê endamê Hêzên Navxweyî Mihemed hate veşartin
Welatiyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Şaban Yûsif Mihemed bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Minbicê veşartin.
Welatiyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Şaban Yûsif Mihemed bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Minbicê veşartin.
Bi sedan welatiyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Şaban Yûsif Mihemed ku di encama teqîna bombeya li taxa El-Keçlî ya bajarê Minbicê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Kîfa El-Elî, li ser navê Hêzên Ewlehiya Navxwe Ebdo Mistefa, li ser navê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El-Maşî û li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Adil Mihemed axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û wiha gotin; “Bi saya şehîdan bajarê Minbicê ji tarîtiya terorê hate rizgarkirin. Bi saya şehîdan ewlehî û aramiya bajêr pêk tê. Şehîd rêya me ronî dikin em ê li pey şopa wan bimeşin.”
Li ser navê malbata şehîd Şaban Yûsif Mihemed, Xalid Şemal jî axivî û got; “ Em bi şahadeta Şaban serfirazin. Şehîd ji bo jiyana bi rumeta û azad têkoşiyan û ew ji bo xak û şeref û namûsa xwe rizgar bikin canê xwe didin.”
Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê Şaban Yûsîf Mihemed li gorisanê veşartin.