Çeteyên dewleta Tirk êrîşî Minbicê kirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşî nuqteyên gundê Ereb Hesen kirin.

Komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, êrîş birin ser nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbic a li ser Çemê Sacûrê. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya têkildarî êrîşê daxuyaniyek da, ragihand ku nuqteyên wan ên li gundê Ereb hatiye hedefkirin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku tevî dewriyeyên dewleta Tirk û DYA ku li deverên navbera wan û komên çete lê hene jî; komên çete yên girêdayî dewleta Tirk êrîşî nuqteyên wan dikin û dixwazin şervanan vekişînin şer.