Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya li ser daxuyaniya Midûrê Şûnwaran ê rejîma Sûriyeyê Dr. Mehmûd Hemûd ê 17’ê Mijdarê ji ajansa DPA ya Elmare kirî daxuyaniyek nivîskî da.
YPG’ê got: “Divêya bû li şûna van daxuyaniyên bê bingeh, qala topbaran û bomberdûmanên artêşa Tirk a li ser şûnwarên dîrokî û cihên dîrokî yên Kantona Efrînê bikira. Lê ew ji ber berjewendî û helwestên xwe yên taybet çavên xwe lê girtine.”
Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser daxuyaniya Midûrê Şûnwaran ê rejîma Sûriyeyê Dr. Mehmûd Hemûd ê 17’ê Mijdarê ji ajansa DPA ya Elmare kirî û hate diyarkirin ku ev daxuyanî rastiyên heyî berovajî dike û dûrî kesayeteke ku parastina şûnwaran dike.
YPG’ê anî ziman ku daxuyaniyên Midûrê Karûbarê Şûnwaran ên Sûriyeyê dikeve çarçoveya berjewendiyên aliyên siyasî ye. Hate diyarkirin ku her kes dizane bê ka hêzên wan li dijî çeteyên terorîst û parastina pêkhate û şûnwaran berxwedan û têkoşînek mezin kiriye.
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
‘DAXUYANIYÊN SIYASÎ YE, NAYÊ QEBÛLKIRIN’
“Mudîrê Şûnwaran ê Sûriyê, hêzên me jî xist rêza DAÎŞ û Cebhet El-Nusra yên terorîst û bi îdîayên xwe berpirsyariya dizî û bazirganiya şûnwaran xist stûyê hêzên me. Ev bêbextiyek xeter e, bi awayekî siyasî hatiye kirin. Em van îdîayan bi hemû awayî red dikin û wekî me salên derbasbûyî de îsbat kiriye, niha jî em ji hemû aliyan re tekez dikin, şervan û fermandarên me yên herî hêja di şerê li dijî rêxistinên terorê de xwe feda kirin. Em bêbextiya vî kesê navborî û mudîriyeta wî qebûl nakin.
‘DEMA HERÊM HATE VALAKIRIN, JI TIL BERAKÊ HETA DÊRA ZORÊ HÊZÊN ME PARASTIN KIRIN’
Dema ku rêjîma Sûriyê dev ji herêma Bakûrê Sûriyê berda û bê parastin hişt, hêzên me ev çend salên derbasbûyî dikarîbû tevahî herêmê ji destê çeteyan û terorîstan rizgar bikin û parastina cihên dîrokî wek keleh û piran bikin. Me Pira Romanî û cihên şûnwarî li Girê Moza parastin û me Til Berak, Til Helef û Kela Sikeriyê, Kela Necim, Kela Caber û cihên şaristanî li Reqa, Hesekê û Dêre zorê rizgar kir. Ev çend salên derbasbûyî me bi tevahî hêza xwe dîrok û şaristana herêmê parast û li dijî bazirganên şûnwaran û talankeran têkoşîn meşand.
‘ŞÛNWAR NASNAMEYA YA ME PARASTINA WÊ DIKINE YE’
Di dema hêzên me li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî terorîstan têkoşîn dikin, tiştekî xwezayiye ku YPG û YPJ’ê li cihê ew bibînin guncaw, çeperên parastinê ava bike. Ev di giran, deşt û erda rast de jî dibe pêk were. Rewşa demê û şer heyî, ev bendên parastinê û xalên leşkerî li ser me ferz kirine. Madem welatê me di bin gefa terorîst û êrîşkaran de ye, em ê karên xwe bidomîn in.
Di hemû şert û mercan de hêzên me ji bo parastina şûnwaran bi baldarî tevdigeriyan. Ji ber baweriya me ew e ku ev şûnwar nasnameya me ye ku em parastina wê dikine ye.
‘LI DIJÎ TOPBARAN TIRK A LI SER ŞÛNWARÊN DÎROKÎ ÇAVÊN XWE NEGIRIN’
Pêwîste Mudîrê Şûnwaran ê Sûriyê belgeyên ku gotinên wî îsbat dikin, pêşkêş bike, ne bi gotinên dijberiya erk û misyona xwe, axaftinan bike. Di heman demê de diviyabû behsa topbaran û bombebarana artêşa Tirk a li ser şûnwar û cihên dîrokî yên Kantona Efrînê kiriba. Lê ew ji ber berjewendî û helwestên xwe yên taybet çavên xwe jê girtine. Niha jî li vir û wir îdîa û tewanbariyan li ser hêzên me yên ku baldarî li hember hemû tiştên girêdayî Sûriyê û pêkhateyên wê tevdigerin.”