Dewleta Tirk dest bi tasfiyekirina çeteyên xwe yên li Efrînê kir

Hate ragihandin, dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina hin komên xwe yên çete yên li Efrînê dest bi operasyonê kiriye û di navbera çeteyan û leşkeran de şer derketiye.

Artêşa Tirk a dagirker dest bi tasfiyekirina hin komên xwe yên çete yên li Efrînê kir. Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji herêmê girt, tîmên taybet ên vê hefteyê ji Tirkiyeyê sewqî Efrînê hatin kirin, li dijî hin komên çete yên di nava çeteyên Ahrar Şarqiye û Hûrras El Dîn de ne, dest bi operasyonê kirine.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin, komên çete yên jki aliyê dewleta Tirk ve hatine wezîfedarkirin ji doh bi şev û vir ve rêyên bingehîn ên li Efrînê girtine û danê sibehê saet 5'an dest bi operasyonê kirine.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li taxa Eşrefiyê ya navbera Efrîna kevn û ya nû şer derketiye û di şer de çekên doçka, tank û çekên sivik hatine bikaranîn. Tê gotin, ji serê sibehê ve li ser bajêr balafirên keşfê bê navber difirin û tîmên taybet ên Tirk sekvan li ser banê gelek malên li navenda bajêr bi cih kirine.

Çavkaniyan gotin, şer dewam dike û gelê Efrînê reviyane nava gundan. Tê gotin, ketin û derketina navenda bajêr hatiye qedexekirin.