'Dûrzî li dijî leşkeriya ji neçarî ya li Sûriyeyê ne'
Li gorî nûçeyeke rojnameya L'Orîent-Le Joûr a li Lubnanê bi Fransî tê weşandin, Dûrziyên ku bi giranî li wîlayeta Sûveydayê ne, qebûl nakin ku ji rejîma Esad re ji nû ve bibin leşker.
Li gorî nûçeyeke rojnameya L'Orîent-Le Joûr a li Lubnanê bi Fransî tê weşandin, Dûrziyên ku bi giranî li wîlayeta Sûveydayê ne, qebûl nakin ku ji rejîma Esad re ji nû ve bibin leşker.
Di nûçeyê de hate ragihandin, Dûrziyên ser bi baskê Îsmaîlî yê Şîatiyê, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bi giranî xwe ji şer vegirtine û bi deh hezaran ciwanên wan leşkerî nekirine. Tê zanîn, bi deh hezaran ciwanên Dûrzî li şûna ku leşkeriyê ji artêşa Sûriyeyê re bikin, ji bo herêmên xwe ji çeteyên Îslamî yên tund biparêzin, milîsên xwe yên çekdar ava kirine.
Di nûçeya rojnameyê de hate bibîrxistin, Beşar Esad li ser Dûrziyên ku li dijî wî şer nekirine leşkerî heta niha ferz nekiriye û hate gotin, Esad vê mehê bang li hemû ciwanên li herêmê kir ji bo leşkeriyê bikin.
Gelek ciwanên Dûrzî yên ji rojnameyê re axivîn, diyar kirin ku ew naxwazin bibin aliyekî şerê 'derya xwînê' yê li Sûriyeyê. Lê belê, meha Tîrmehê dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser Sûweydayê û bi sedan kes di êrîşê de miribûn, gelek ciwanên Dûrzî herêmên xwe parastibûn.
Di şerê navxweyî de bi deh hezaran Dûrzî, hêzên xweparastinê ava kirin û herêmên xwe li dijî çeteyên DAÎŞ, El Qaîde û komên din ên çete parastibûn.
Tê texmînkirin ku nifûsa Dûrziyan zêdeyî milyonek e û zêdeyî nîvê wan li Sûriyeyê ne. Li Lubnanê jî bi qasî 300-400 hezar Dûrzî hene. Li Îsraîl û Urdunê jî bi qasî 120-150 hezar hene. Tê gotin, li dîasporayê jî nifûseke bi qasî vê heye.