Rêxistina sêwan a Êzidiyan a Rojava bû Mala Êzidiyan

Di kongreya 4’emîn a Mala Êzidî ya li Herêma Cizîrê de, Mala Êzidî bû weke rêxistina sêwan a hemû Êzidiyên Rojava hate erêkirin.

Kongreya 4’emîn a Êzidiyên Herêma Cizîrê bi dawî bû. Endamên Mala Êzidî ya Şengal û Efrîn, nûnerên partiyên Sûriyanî, Kurd û Ereb, nûnerên hemû baweriyan, rûspî, rêveberên Rêveberiya Xweser, Hevserokê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Xerîb Hiso û fermandarên YPG’ê tevlî kongreya li salona Beylesan a li Amûdê pêk hat bûn.

Piştî nirxandin û pêşniyarên li kongreyê hatin kirin û şûnde hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinê de ji bo rêveberiya Mala Êzidî 15 jê jin 35 kes hatin hilbijartin. Piştî sondxwarina rêveberiya nû û şûnde, encamnameya kongeryê hate xwendin.

Di encamanameyê de hate destnîşankirin ku divê çand û dîroka Êzidiyan bê bibelgekirin û tomarkirin, zarokên Êzidî li gorî baweriya xwe bên perwerdekirin, li gelemperiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kovarekî mehane bê derxistin, têkilî di navbera Êzidiyên li dewletên cuda re bê danîn.

Her wiha di kongreyê de Mala Êzidî weke rêxistina sêwan a hemû Êzidiyên Rojava hate erêkirin.